‘Neteweya demokratîk ji bo Sûriyeyê riya çareseriyê ye’
Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê Netewî Xemgîn, diyar kir ku bi yekbûnê wê pêkhate, bi pirrengiya xwe Sûriyeya demokratîk a ne navendî ava bikin û got: “Neteweya demokratîk ji bo Sûriyeyê riya çareseriyê ye.”

ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Bi salan gelê Sûriyeyê ji bo ku ji zilm û tundiya heyî xilas bibe û jiyana wekhev û bi ewle were avakirin, li dijî rejîma Baasê têkoşiya. Lê belê piştî hilweşîna rejîma Baasê û bi hatina HTŞ’ê, Sûriye ji berê xirabtir bû, ket qonaxeke hesastir ku nikare ji hemû pêkhate û gelên Sûrîyeyê re bibe bersiv. Rojane li deverên Sûriyeyê komkujî tên kirin û welat tê talankirin.
Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê (Partiya Yekîtiya Demokratîk) Netewî Xemgîn têkildarî rewşa Sûriyeyê û hatina HTŞ’ê ya ser desthilatdariyê, danûstandinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de ji ajansa me re axivî.
‘Gel bi hemû pêkhateyên xwe dest bi şoreşê kir’
Netewî Xemgîn da zanîn ku ku rejîma Baasê rejîmeke desthilatdar bûye ji bo wê gel bi hemû pêkhateyên xwe dest bi şoreşê kiriye û wiha got: “Di nav Sûriyeyê de şoreşek destpê kir, şoreşa gelan a 19’ê Tîrmehê. Em ji vê şoreşê re dibêjin şoreşa bihara gelan û di heman demê de jî şoreşa jinê. Me çima vî navî li şoreşê kir? Ji ber ku sîstem, parlamento û partiya Baasê hebû, lê îradeya gel, civak, jinan û nasnameyên hemû gelan tune bû. Heta navê welatê Ereban lê hatibû kirin lê gelê Ereb xwedî nasnameyeke siyasî, îrade û biryarê nebû. Tu destûreke demokratîk, biryarên demokratîk tunebû ji ber vê yekê şoreşê destpê kir. Heger temsîla civakê û îradeya gel kiribûya wê demê dê pêwîstiya gel bi şoreşê tunebûya. Şoreş destpê kir, ji ber ku desthilatdarî û çînîbûnê qebûl nekir, ji bo wê jî gel dest bi vê şoreşê kir bi hemû neteweyên xwe re.”
‘Pêkhateyan bi hev re şoreşê lidar xist’
Netewî Xemgîn diyar kir ku di şoreşa Rojava de jinan di hemû qadên civakê de cihê xwe girtine û bûne bersiv ji dijmin re û wiha berdewam kir: “Di şoreşa Rojava de jin bûn xwedî gelek destkeftiyan, ji aliyê YPJ’ê ve parastina cewherî hat avakirin, li hemberî DAIŞ’ê şer hat kirin, bi sedan jinan di nava parastinê de cihê xwe girtin û di nava saziyên civaka sivîl de xebitîn, sîstema hevserokatiyê hat avakirin. Li kêleka wê biryarên civakê derketin pêş, sîstema komîn û meclîsan derket pêş. Ji ber vê yekê jî di van 13 salan de serkeftinên mezin hatin bidestxistin û bû nimûne ku civak dikare sîstema xwe demokratîk bike û bi îradeya xwe temsîla xwe bike ne tenê di aliyê civakê de, di aliyê êkolojîk û perwerdeyê de jî. Civakê bi hezaran şehîd û birîndar dan heta ku destkeftî çêbûn. Ne tenê gelê Kurd xwe bi rêxistin kir, li kêlek wan gelê Ereb, Suryan, Ermen û Êzidî mil bi mil bi hev re destkeftiyan di vê şoreşê de bi dest xistin. Pêkhateyan bi hev re dest bi şoreşê kir, ji ber ku armanca wan yek bû, armanca wan neteweya demokratîk bû.”
‘Şoreş ji bo guherîna Sûriyeyê bû’
Netewî Xemgîn bal kişand ser pevçûnên ku li Sûriyeyê çêdibin û daxwaza perçekirina wê û wiha domand: “Gelek hêz hene ku parçekirina Sûriyeyê dixwazin, weke dewleta Tirk ku mudaxeleyê hikûmeta Sûriyeyê ya demkî û hemû beşên Sûriyeyê dike. Êrîşên ku li peravên Sûriyeyê û li bajarê Suweydayê destpê kirin, li dijî cudahiyên Sûriyeyê ye. Şerê ku tê kirin ne ji bo pêşketinê ye, hedefa wan ew e ku kê bibe desthilatdar. Pirsgirêk ne Durzî, Elewî, Ereb û Kurd in. Îro komên eşîran derdixin pêş wê sibê komên wan bi xwe şer bikin. Ji ber ku bingeha wan a îdeolojîk, siyasî û rêxistinî tuneye. Heyfa Sûriyeyê ku tê de evqas tiştên xirab tên kirin. Sûriye bi reng, xweşikbûn û bi neteweyên xwe tê naskirin. Çima em dibêjin Sûriyeya demokratîk, ji ber ku berê sîstemeke navendî û partiya Beasê hebû, şoreşê dest pê kir ji bo ku dîsa ne navendî be. Sîstema me sîstemeke temamkirinê ye tu netew bêyî hev nabin.”
‘Ev 13 sal in em sînorên Sûriyeyê diparêzin’
Netewî Xemgîn da zanîn ku di divê di hundirê Sûriyeyê de temamkirin hebe û hemû pêkhate bi yek dest û bi pirrengiya xwe Sûriyeyê ava bikin û wiha pê de çû: “Di hundirê Sûriyeyê de divê temamkirin hebe, temamkirin çi ye li cem te fikir heye li cem min rêxistinkirin heye, li cem te leşkerî heye li cem min îdeolojî heye, li cem te çand û huner û dîrokek heye li cem min jî di nav wê çand û hunerê de berxwedanî heye ez dibim hevkarê te yê wê avakirinê. Di dîroka Sûriyeyê de hemû bawerî û netew hene û cihê xwe di avakirina dîrok, çand û berxwedaniya wê de girtine. Di rewşeke wiha de dibe ‘tu ji min re bibêjî tu ne li vê derê yî û ne di berxwedaniya wê de yî?’ Ev 13 sal in me sînorê Sûriyeyê parastiye û bi hezaran şehîd me dane, çê dibe tu ji min re bibêjî tu mafê te di Sûriyeyê de tuneye? Divê em hev temam bikin tu bi rengê xwe ez bi rengê xwe, Kurd, Suryan, Ereb, Ermen em hemû bi rengên xwe hene.”
‘Hemû jinên Sûriyeyê pêwîst e di hemû saziyên li Sûriyeyê de cihê xwe bigrin’
Netewî pirsa “Ma ne heyfa ew çiyayên Laziqiyê ye hemû darên wê hatin şewitandin wê demê kanê avakirina Sûriyêyê?” kir û wiha domand: “Ka xwedîderketina li welat, ax, av, xweza, civak û çanda wê? Gerek destûrek demokratîk were nivîsandin, yek di wê destûrê de ji bo ku tu ji şer xilas bibî û pêşerojek ava bikî çi eşîr, çi netew û ol hebin, li ser pêşeroja wê ya bi salan bifikire. Di hundirê wê destûrê de divê jin cihê xwe bigrin. Hemû jinên Sûriyeyê pêwîst e di hemû saziyên li Sûriyeyê de cihê xwe bigrin.”
‘Divê her kes rêveberiya meclîsa bajarê xwe bike’
Netewî Xemgîn diyar kir ku divê her bajar ji hemwelatiyên xwe rêveberiya bajarê xwe bike û di heman demê de ji Şamê ne qut be û wiha domand: “Temamkirina leşkerî çawa çêbibe? QSD di Sûriyeyê de bi awayekî meclîs xwe bi rêxistin dike, hemû hêzên heyî di meclîsê de cih digirin. Ew meclîs bi sîstemeke federal û konfederal hemû berpirsyarên hev bin. Her kes berpirsyarê gund, bajar û kantona xwe be. Çima yek ji bajarê Idlibê were rêveberiya Dêrezorê bike? Xweseriya xwe heye lê girêdana wê bi Şamê re heye, ji hev, ne cuda ne hem li hemberî Şamê berpirsyar e hem Şam li hemberî Dêrezorê berpirsyar e lê mudaxelekirina îrade û biryarên hev divê tunebe.”
‘Sûriyeya demokratîk û azad ava bikin’
Netewî Xemgîn da zanîn ku divê her kes Rêveberiya Xweser fam bike û bi temamkirinê Sûriyeya azad ava bike û wiha bi dawî kir: “Mînak QSD hêzek e ji bo Sûriyeyê. Yên ku QSD’ê, Rêveberiya Xweser û Partiya Yekîtiya Demokratîk nas nekin dê çi bikin? Siyaseta demokratîk divê bi pêş bikeve derkeve û gel sîstema xwe ya meclîs, komînan derxe pêş, civaka Sûriyeyê wê sûdê ji temamkirinê bibîne. Ger hemû bi yek destî bi hev re bin dê bikaribin Sûriyeya demokratîk û azad ava bikin û hemû jin bikaribin bi azadî berpirsyariyên xwe bicîh bînin.”