Nerges Mihemedî: Mehdî Yarahî bêdengiya li dijî desthilatdariya otorîter şikand

Çalakvana girtî ya mafên mirovan Nerges Mihemedî piştrast kir ku stranbêj Mehdî Yarahî piştî belavkirina stranê bêdengiya li dijî hikûmeta otorîter şikandiye.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafên mirovan û girtiya siyasî Nerges Mihemedî ji girtîgeha Evînê peyamek şand û bertek nîşanî girtina dengbêj, bestekar û stranbêj Mehdî Yarahî da ku piştî belavkirina sirûda “Perdeya xwe rake” hatibû girtin.

‘Mehdî Yarahî ji pergala zalim re bû bersiv’

Parêzvanên Mafên Mirovan Nerges Mihemedî nameyek ji Mehdî re şand û wiha got: “Mehdî Yarahî bi strana xwe, ji parlamentoya zalim, ji pergala dadwerî ya ku çavên xwe ji edaletê re girtiye û hem jî ji hikûmeta zalim ku her tişt kiriye, bi strana xwe bûye bersiv.”

4 roj piştî weşandina stranê hat girtin

Hêzên ewlehiyê stranbêj û bestekar Mehdî Yarahî desteser kirin û 4 roj piştî belavkirina sirûda “Perdeya xwe rakin” birin Girtîgeha Evînê ku tê de behsa mafên jinan di hilbijartina cureyê cilûbergan de kiribû. Yarahî ev stran diyarî çalakvanên Îranê kir ku di eniyên pêş ên şoreşa Jin Jiyan Azadî de bi lehengî xuya dikin û radiwestin .

Mehdî Yarahî di van salên dawî de ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ve ji ber piştgirîdayîna stranbêjiya jinan û ji ber ku bû sedem stranbêjên jin derkevin ser dikê, ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî ve hatibû rexnekirin. Her wiha sirûda jinan a bi navê “Sirûd zan” di dema serhildana gelên Îranê de belav kiriye ku ji aliyê hejmarek ji stranbêjên jin ve bû sirûda xwepêşanderan, bi taybetî li zanîngehan.