Nerazîbûna dayîkên Iraqî ya li dijî biryara 93’an mezin dibe
Jin û çalakvanên Iraqî li ber dadweriya bilind a Bexdayê li hev civiyan, wan daxwaza sererastkirina qanûna xwedîkirina zarokan kir û destnîşan kirin ku divê rewşa derûnî û civakî ya zarokan li ber çavan were girtin, ne tenê temenê wan ê qanûnî.
Navenda Nûçeyan – Li ber avahiya Encûmena Bilind a Dadweriyê ya li Bexdayê, jinên çalakvan û dayîkên Iraqê, li dijî biryara hejmara 93 ya ku mafê xwedîkirina zarok piştî temenê wî/wê dibe 7 salî ji dayîkê tê standin, çalakî lidarxistin.
Beşdarên çalakiyê pankartên ‘Berjewendiya zarokan di ser her tiştî re ye’ bilind kirin û daxwaza parastina mafê zarokên xwe û redkirina biryara 93’an kirin.
Jinan daxwaza sererastkirina biryara hejmara 93’an kirin
Jinan bi dirûşmeyan daxwaza sererastkirina biryara hejmara 93 kirin û diyarkirin ku ev biryar berjewendiya bilind a zarokan li ber çavan nagire û li gel rastiya gelek malbatan ne guncawe. Her wiha destnîşankirin ku divê berjewendiya zarokan di ser her tiştî re be.
Çalakvan tekez kirin ku armanca çalakiya wan gihandina daxwazên wan ji bo saziyên dadwerî û parlamentoyê ye. Ew daxwaza ne ku tenê temenê qanûnî bibe bingeha biryarê, pîvanek ku berjewendiya zarokan di pirsgirêkên xwedîkirinê de biparêze dikin. Divê rewşa civakî û derûnî ya her zarokekî li ber çavan were girtin.
Her wiha di serîde li Bexda û çend parêzgehên din ên Iraqê rêze çalakiyên nerazîbûnê û xwepêşandanên dayîk û çalakvanên Iraqê her ku diçe berfirehtir dibe. Di çalakiyan de daxwaza sererastkirina biryara hejmara 93 ya ji bo xwedîkirina zarokan tê kirin.