Hunermend û lîstikvana şanoyê Gulistan Tahir koça dawî kir

Hunermend û lîstikvana şanoyê ya Kurd Gulistan Tahir a di cîhana hunerê de wekî Gulistan Subarî dihat naskirin, piştî dehan salên jiyana hunerî ya di qada stranbêjî, şano û lîstikvaniyê de, îro koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan – Hunermend û lîstikvana şanoyê ya Kurd Gulistan Tahir a di cîhana hunerê de wekî Gulistan Subari dihat naskirin, îro li bajarê Bochum ê Almanyayê koça dawî kir. Gulistan Tahir, bi xebatên xwe yên muzîk, şano û lîstikvaniyê re li ser qada huner û çanda Kurdî şopeke girîng hişt.

Gulistan Tahir ji bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê, di sala 1984`an bi stranbêjiyê, endamtiya komên folklora Kurdî dest bi rêwîtiya xwe ya hunerî kiriye. hejmarek stran pêşkêş kirine ku yek ji wan jî strana navdar a “Qamişloka Evînê” ye.

Gulistan Tahir di nava malbateke hunerperwer de ji dayik bûye, bavê wê hunermend Necim Omerî ye û dayika wê stranbêj Hesîna Omerî ye. Xwişka wê Mizgîn Tahir hunermanda operayê ye, birayên wê Remedan Necim Omerî û Şikrî Sobarî jî hunermendên navdar in.

Rêwîtiya Gulistanê ya hunerî tenê bi stranbêjiyê sînordar nema, paşê wê berê xwe da qadên şano û lîstikvaniyê, bi derhêner û nivîskarê şanoyê Adil Îsmaîl re xebat daye meşandin. Gulistanê xebatên xwe yên hunerî piştî çûyîna xwe ya Almanyayê domandin, beşdarî gelek çalakiyên hunerî û çandî yên Kurdî yên li Ewropayê bû.

Gulistan Tahir di Mîhrîcana Şanoyê ya Seqizê ya Rojhilatê Kurdistanê de xelata lîstikvana herî baş wergirtibû.

Piştî nûçeya wefata wê, Komeleya Çand û Civakî ya Newroz a li Lubnanê, hunermend bi bîr anî û wefata wê ji bo cîhana huner û şanoya Kurdî wekî windahiyek mezin bi nav kir. Komeleyê, diyar kir ku Gulistan Tahir bi jêhatîbûn, hewesa xwe ya ji bo hunerê û serkeftina xwe ya zindîkirina karakterên şanoyê de dihat nasîn.

Her wiha komeleyê, rêwîtiya hunerî ya Gulistan Tahir a beşek girîng jiyana xwe fedayê çand û şanoyê kir bi bîr anî û sersaxî ji malbat, hevkarên wê yên di cîhana huner û şanoyê de û hezkiriyên wê re xwest.