Nejla Kurul: Hewl didin ji nû ve bîrdoziya ‘lîstika zewacê’ ava bikin

Seroka Giştî ya Egîtîm Senê profesor Dr. Nejla Kurul, têkildarî mijara ‘dibistanên keçan’ a di rojevê de got ku şîdeta li dijî jinan, bi dibistanên yekzayendî, bi sorkirina mêrîtiyê û bîrdoziya lîstika zewacê dibe ku zêde bibe.

ROJDA KIZGIN

Navenda Nûçeyan-Newekheviya zayenda civakî û cudakarî bi awayê pergalî ji bo jin û zarokên keç bandora neyînî çêdike. Yek ji cihên ku ev newekhevî lê xuya dike jî qada perwerdeyê ye. Her çiqas di zagonan de wekheviya zayendî hebe jî pirtûkên dersê, mufredata perwerdeyê,

pêkanîna 4+4+4, hinek caran bi awayê ‘sergirtî’ hinek caran jî bi awayê ‘vekirî’ li dijî zarokên keç cudakarî û newekhevî kûrtir dibe.

Di polên pêşdibistanê de pêlîstokên zarokên kur û keç jî tên cudakirin, di tevahiya perwerdeya wan de hem bi pirtûkên ku didin xwendin, hem jî bi çalakiyên ku li dar dikevin, hewl didin rolên kevneşopiya civakî û oldariyê bi wan bidin pejirandin. Van pêkanînan gelek caran dibin sedema li dijî zarokên keçik. Her çiqas daneyên bi hejmar tunebin jî bûyerên şîdet, tecawiz û tacîzê, di kursên Quranê, yurdên terîqetê, dibistan, nava malbatê û li kolanan em ji çapemeniyê dibînin ku li dijî zarokên keç zêde bûye.

Di rojên dawî de daxuyaniyên ku ku perwerdeya kur û keçan a bi hev re hedef nîşan didin careke din ketin rojevê. Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn îdia kir ku welî naxwazin zarokên xwe yên keçik bişînin dibistanê. Yusuf Tekîn berpirsyariya desthilatdariyê ya ku li pêşiya perwerdeya zarokên keç dibe asteng ji nedîtî ve hat û got: “Argumana malbatên ku naxwazin zarokên xwe yên keçik bişînin dibistanê, ew e ku dibêjin ‘ez naxwzim zaroka xwe bi zarokên kur re bişînim heman dibistanê.’ Ji bo ku em weliyên wan îqna bikin hewce bike divê em dibistanên zarokên keçik vebikin.”

Dîsa Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş jî di xutbeya roja Înê de got: “Divê bernameyên dersên dibistanan li gorî dema nimêja înê werin diyarkirin.”

Seroka Giştî ya Egîtîm Senê Nejla Kurul têkildarî mijarê bersiv da pirsên me û li ser gotin û sedemên hewldana pêkanîna perwerdeya “têkel” a dibistanan hedef digrin nirxandin kir. Nejla Kurul got ku ji perwerdeya yekzayendî dê hemû jin zirarê bibînin, bal kişand ku divê perwerdeya têkel bi awayê herî bi hêz were parastin.

‘Pêvajoya haydî gelî keçikan ji derve ve bixwînin didome!’

*Demek ji bo zarokên keçik bixwînin kampanya dihatin birêvebirin. Hûn vê gotin û pêkanînên ku vê pêvajoya perwerdeya ‘têkel’ hedef digre çawa dinirxînin? Armanc bi van gotinan çi ye?

Destpêka çaryeka sedsala 21’ê jî bi desthilatdariyek rastgir, otorîter û populîst derbas bû li Tirkiyeyê. Wekî ku we jî îfade kir, li cihê pêvajoya ‘haydî zarokên keçik biçin dibistanê’ ‘haydê gelî keçikan lîseya vekirî yan jî xwendin ji derve!’ dest pê kir. Em di pevajoyeke ku hem perwerde hem jî perwerdeya zarokên keçik hêja nayê dîtin de derbas dibin. Pergala kapîtalîst her dem bi çeperên civakî bi pêş dikeve yanî pergal bi riya têkiliyên desthilatariyê, mirovan li dijî hev, heta li dijî wan bi xwe biyanî dike, cudahî, newekheviyan, hiyerarşî û hwd. li gorî mercên pêvajoyê ji nû ve sererast dike. Ango li ba mêtingeriya keda bi pere, mêtinkariya nirxan, civakê di nava xwe de parçe dike. Bi rakirina perwerdeya têkel hewl dide jin û mêran bixe nava mekanên cuda. Ev jî yek ji wan çeperên civakê ye. Ev di heman demê de amûra birêvebirina civakê ya li gorî zayendê ye.

Ji nû ve dixwazin bîrdoziya lîstika zewacê biafirînin

Dema ku em werin ser pirsa ‘Çima pêdivî bi vê dibînin?’ Ya yekemîn hedef mezinkirina nifşê oldar e. Di gelek şîroveyên olî de em dizanin pergala nirxên baviksalar, her wiha rejîma zayenda mêr heye. Ji bo ev nirx werin nirxandin û zêde bibin, dijberî jinan be jî hewl didin “bîrdoziya lîstika zewacê” ji nû ve biafirînin, ev yek jî dê bi perwerdeya yekzayendî hêsantir be. Di vê rewşê de li dibistanan  dê “habîtusek”  zayendperest belav bibe. Ya duyemîn, di salên dawî de li nava dibistanan û li derveyî dibistanan li dijî zarok û jinan şîdet û îstîsmara ku her diçe zêde dibe heye. Desthilatdariya siyasî li ser navê “parastina kesên qels” ji ber ku daxwazên malbatan jî hene car caran bêyî ku xwe bispêre şîroveyên olî diyar dike ku çare di perwerdeya yekzayendî de ye lê pêşîgirtina şîdetê bi perwerdeya yekzayendî nabe. Cînayetên ku mêr dikin û îstîsmar li kolanan dibin gelek caran. Her wiha şîdeta li dijî jinan, li dibistanên yekzayendî dibe ku bi sorkirina mêr û windakirina hêza jinan a di nava lîstika zewacê de zêdetir bibe. Li aliyê din tabloya ku zarokên keç û jinan qels û qurban nîşan dide dibe ku şîdetê zêdetir bike.

Di perwerdeya yek zayendî de dê jin ji karên bi pere werin vederkirin

Ya sêyemîn li Tirkiyeyê di salên dawî de stratejiya mezinbûna bê îstîhdam heye. Bêkarî heta tu bibêjî zêde bûye. Di vê merheleya Neo-lîberalîzmê de ji jinan re dibêjin

“Gelî jinan dest ji qada giştî berdin, berê xwe bidin malê, biçin qadên taybet” bi vê yekê plan ew e ku berê jinan bidin malê li cihê wan mêrên ku li gorî fikra wan debara malê dikin bi cih bikin. Ev ji aliyekî ve xizankirina jinan e ji aliyekî ve jî rê li ber bênirxbûna wan vedike. Ji vê yekê dê jinên ku nîvê civakê ne zirarê bibînin. Li aliyê din ger mêr piştgiriyê bidin vê pêvajoyê dê piştgiriya çînî kêm bibe. Ji ber wê divê perwerdeya têkel bi awayê herî bi hêz were parastin. Herî dawî jî dengê ji bo hilbijartinê heye û armanca AKP’ê ew e ku peyama afirandina habîstusên muhafezekar bide. 

*Ev gotin li ser perwerdeya zarokan bi taybetî ya zarokên keçik dê çi bandorê bike? Li her bajarî dibe ku pêkanînên cuda hebin?

Di rewşa ku li dibistanan perwerdeya têkel rabe dê wekî dibistanên navîn û lîseyên îmam hatîpan li gorî zayenda civakî têkilî û mekan werin cudakirin. Ango bandora van gotinan li ser hemû pergalên perwerdeyê heta zanîngehan jî heye. Ango cudakirina dibistanan li gorî zayendê, di heman dibistanê de cudakirina dibistanên kur û keçan dê perwerdeya têkel binpê bike!

‘Dema ku xwendekar ji hev werin veqetandin dê nîvê mirovan hev nas nekin’

Jixwe di rewşa heyî de jî newekheviya zayendî di civakê de pir zêde ye lê dema ku hûn xwendekaran li gorî zayenda wan ji hev veqetînin dê rewşa nîvê mirovahiyê neyê zanîn, fêmkirin, têkiliya baş çênebe, rewş nebaştir bibe. Bi vê yekê dê qetilkirina jinan zêde bibe, şîdeta li dijî jinan belavtir bibe, pevçûn dijwartir bibin. Cudakirina perwerdeya keç û kuran dê zirarê bide çanda jiyana hevpar.

Pêkanîna dibistanên cuda dê demek şûnve ji bo zarokên kur û keç pêşî li bernameyên perwerdeyê yên cuda veke. Li dibistanên keçan mamosteyên jin, li yên kuran jî dê daxwaza mamosteyên mêr were kirin. Behskirina van bi xwe jî rewşeke pir bi xof e û bêhna mirov teng dike. Netewperestî û muhafezekarî bi pergala mêr a serdest tê avakirin. Ji aliyê polîtîk ve li bajarên ku deng ji partiyên rastgir re hatiye dayîn dê dijberiya perwerdeya têkel zêde be! Bajarên Antolyaya Navîn, Derya Reş û bajarên li herêma Rojhilatê Anatolyayê tên hişê mirov.

‘Em ne ji bo baweriya serdest a olî ji bo hemû baweriyan azadiyê diparêzin’

*Wekî sendîka li dijî vê zihniyetê hûn polîtîkayeke çawa dimeşînin, çi dikin?

Sendîkaya me, perwerdeya giştî, zanistî, laîk û demokratîk diparêze. Nêzîkahiya me ya laikbûnê, xwedî feraseta hişk û cemidandî nîn e. Ji ber ku laîkbûn pêşî li bazirganên olê digre, destekê dide têkoşîna kedê em girîng dibînin. Li aliyê din laîkbûn têkoşîna welatîbûna wekhev tîne bîra me. Ji bo Egîtîm Senê laîkbûn pêvajoyeke têkoşînê ye. Em azadiya ol û wijdanê diparêzin lê vê yekê ne tenê ji bo ola desthilatdar divê ji bo hemû baweriyan hebe.

‘Divê li dijî pêkanînên li dijî laîkbûnê tu kes bêdeng nemîne!’

*Hûn dixwazin peyamek çawa bidin malbatan û yên di qada perwerdeyê de dixebitin?

Beriya her tiştî ji bo mîtînga me ya 16’ê Îlonê ya li herêmê li Îzmîrê em beşdariya zêde hêvî dikin ji kedkarên perwerdeyê û weliyên xwe. Li Afganistanê dema ku zarokên keç ji dibistanan hatin derxistin, dest ji perwerdeya têkel hat berdan, jin ji qadên giştî hatin girtin û ketin qadê taybet, kesên berbiçav ên nû li Tirkiyeyê gotibûn ‘Li Tirkiyeyê tiştek dijberî baweriya Talîbanê tune ye.’ Ev gotin bi partiyên desthilatdariyê yên nû re zêde dibin. Ango laîktî di bin gefê de ye! Divê teqez lakîtî were parastin. Divê welî û mamoste li dijî pêkanînên li ser lakîbûnê bêdeng nemînin.