Neîma Remedan: Di şexsê jinan de şerê qirkirinê tê meşandin
Endama Mala Jin a bajarê Hesekê Neîma Mehmûd Remedan da zanîn ku di civakê de jinên ku li dijî desthiltdariyê serî hildidin û gavên ber bi azadiyê ve diavêjin tên hedefgirtin.
RONÎDA HACÎ
Hesekê- Hêzên hegemonîk û xwedî berjewendî bi hemû rêbazan êrîşî nirxên civakan dikin. Ya rasttir mirov bêje ku şerê qirkirinê tê meşandin, êrîşê xweza, bajar, gund, çand, heta fikir û cewhera mirovan dikin. Xwe li ser ked û berhemên civakan didin avakirin. Mêr xistine amûra sereke ji bo ku hişmendiya xwe pêk bînin û bi koletiya jinan ev yek zêdetir mehkûm kirin. Jinên ku li hemberî desthilatdariyê serî hildidin tên qetilkirin.Têkildara vê mijarê Endama Mala Jin a bajarê Hesekê-Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Neîma Mehmûd Remedan ji ajansa me re nirxandin kir.
"Li dijî têkoşîn û îradeya jinan kîna mêr di pergalên desthilatdar de zêde dibe"
Neîma diyar kir ku her çiqas têkoşîn û îradeya jinan xurt bû hêrs û kîna mêr a di pergala desthilatdar de jî zêde bû û hebûna jinan a fizîkî û fikrî hedef girt û wiha pêl da axaftina xwe: "Li tevahî cîhanê rojane jin rastî qetilkirin û tecawzê tên. Hêzên desthilatdar bi riya qetilkirina jinan civakê hedef digrin, ji ber ku bi jinên azad civakek azad û wekhev tê avakirin. Bi kolekirina jinan civak kole dibe. Bi têkoşîna jinên pêşeng wekî Hevrîn, Denîz, Zehra, Hebûn û dayika Emîne her kes gihîşt wê baweriyê ku azadiya jinan azadiya civakê û hilweşandina pergala desthiltdariyê ye."
"Di heyva hezîranê de rêjeya qetilkirina jinan zêde bû"
Neîma teqez kir ku di heyva hezîranê a pîroz de ku gelek jinên berxwedêr û pêşeng gihîştin asta şehadetê, li Hesekê 3 jin hatine qetilkirin û wiha domand: "Her kes dizane ku di heyva hezîranê de jinên pêşeng wekî Zîlan, Sema, Zehra, Hebûn, Dayika Emîne şehîd bûn. Di vê heyva pîroz de li Hesekê 3 jin hatin qetilkirin û yekê jî dawî jiyana xwe anî. Ev kîna dijmin a li dijî îradeya jinan dide diyarkirin. Dixwazin di riya hedefgirtina jinan civakê ber bi koletiyê ve bibin û metirsiyek di dilê jinan de bidin avakirin. Di civakê de dema jin tên hedefgirtin an qetlkirin bi navê namûsê tê dikin lê di bin vî navî de siyasetek li dijî civakê bi xwe tê meşandin."
“Ji bo civak ji xeteriya hêzên desthilatdar xelas bibe pêwîstî bi guhertina hişmendiyê heye”
Neîma bal kişand ser girîngiya guhertina hişmendiya civakê û wiha anî ziman: "Pêwîst e em hîn bêtir civaka xwe li ser Jinelojiyê bidin perwerdekirin. Bi vê yekê em ê bikaribin rê li ber qetilkirina civak û jinan bigrin. Dema em bikaribin hişmendiya baviksalarî ji holê rakin em ê bikaribin civakek azad bidin avakirin. Di bûyera herî dawî de ku zarokek bi temenê 13 salî hat qetilkirin em pir êşiyan, ji ber ku ev zarok e, wê bi zorê dan zewicandin, ew ji mala xwe reviyabû û dûre ji aliyê malbatê ve hat qetilkirin. Çi hincet were nîşandan jî nayê qebûlkirin. Ji bo wê em di wê bûyerê de xwedî helwestek pir cidî bûn. Me berê xwe da Meclisa Edaletê ya bajar da ku doza mafê wê zarokê û cezakirina kesên sûcdar were kirin. Ji bilî wê jî me daxwaz ji Meclisa Edaletê kir ku dema bûyerên qetilkirinê çêbibin pêwîst e em wekî rêxistinên jinan amade bin. Em tu hincetên der barê qetilkirinê de qebûl nakin û em xwedî helwest in Herî dawî ez ji jinên azadîxwaz daxwaz dikim ku li hemberî qetlkirina jinan asta têkoşînê bilindtir bikin û xwedî helwestên cidî bin."