Nazanin Wafa: Jin bi hevgirtinê dê Talîbanê hilweşîne

Nazanin Wafa, yek ji wan zarokên keç a ku Talîbanê îsal rê li ber îmtîhana ketina zanîngehê li Afganîstanê girt, niha bi dizî perwerde dide hevalên xwe û dibêje ku dê jin dawî li desthilatdariya tarî ya Talîbanê bînin.

BIHARÎN LEHIB

Kabul-Talîbana ku desthilatdariya Afganîstanê girt dest, mafên jin û zarokên keç desteser dike. Talîbana ku ev 2 sal in rê li ber xwendina keçên ji pola şeşan digre, mamosteyên jin jî ji dibistanên ku mêr lê dixwînin derxistin an jî şandin dibistanên keçan.

Di dema ku ji ber qedexekirina mamosteyên jin di dibistanên xwendekarên mêr de kêmasiya mamosteyan hebû, Talîbanê bernameya perwerdeyê li ser torên xwe yên dîjîtal weşand. Talîbanê rê neda ku zarokên keç beşdarî îmtîhana ketina zanîngehan bibin ku îsal li 11 bajarên welêt hat kirin.

Keçên ku ji çûna dibistanê hatin astengkirin, di îmtîhanê de bi serkeftî derbas bûn

Sala borî keçên şagirtên pola 12’an ku ji bo îmtîhanê yek rojî birin dibistanê, hemû mijarên dersan bi serkeftî derbas kirin. Di îmtîhana ku hatin kirin de destûr nehat dayîn ku zarokên keç beşên rojnamegerî, aborî, endezyar, beytar û çandiniyê hilbijêrin.

'Ev ne cara yekem e ku me asteng dikin'

Yek ji wan keçên ku par pola 12’an mezûn bû lê îsal destûr nehat dayîn ku îmtîhanê bike, Nazanîn Wafa ye. Nazanin Wafa, ku mîna bi mîlyonan jin û keçên Afganîstanê, pencereyek hêviyê ji bo jiyanê diafirîne, bi dizî li malê û di qursên taybet de matematîkê û îngilîzî dide da ku alîkariya hevalên xwe bike. Nazanin Wafa got ku Talîban ji bo tepisandina zarokên keç û jinan hewlên xwe yên dawî didin û wiha gotinê xwe berdevam kir:

“Ez matmayî mam ku destûr nedan ez beşdarî îmtîhana têketinê bibim. Ev ne cara yekem e ku me asteng dikin. Sala çûyî hemû keçan di rojekê de ketin  îmtîhana pola 12’an, ku wê salê dersa herî bingehîn bû. Hin keçên ku xwendekar bûn an jî di îmtîhana sala borî de derbas bûbûn destûr nehat dayîn ku biçin zanîngehê. Navendên perwerdehiyê hatin girtin. Ez dizanim ku em di sedsala 21’an de bi mirovên serdema navîn re mijûl dibin. Niha em li malê ne, lê em ê her dawî jinan bînin cem hev û Talîbana serdema navîn hilweşînin."