Navenda Mafê Jinan a Misrê ji bo jinên ciwan derfetên kar vedike
Navenda Mafê Jinan a Misrê bi hevkariya Mala Pisporan a Qalîte, Dadrêsî û platforma "Parêzerê We" ji bo şêwirmendiya hiqûqî hewil didin ji bo jinên ciwan derfetên kar vekin.
Qahîre - Navenda Mafê Jinan a Misrê hewil dide li gorî derfetên xwe ji jinên ciwan re derfetên kar veke. Bi vê minasebê navendê civînek çêkir û rêveberiya Navenda Mafê Jinan a Misrê Nîhad Ebo EL-Qumsan di civîna hatî çêkirin de axivî û wiha got: "Pirsgirêkên herî girîng ji bo karsazan nemaze jinên ciwan ku ji bo navendên pargîdaniyê cîhek guncan bibînin. Li her derê peyîdakirina derfetên kar ji bo jinên ciwan zore ji ber vê yekê xebata me ya karsaziyê ya bi navê ‘Nivîsgeha min a Nû’ qada xebatê ya ewle û erzan e ji bo alîkariya jinên ciwan dike ku li ser ramana projeyê bisekinin bêyî ku barên darayî hilînin.”