Navenda Jineolojî encamên lêkolînên xwe ser kuştina jinan weke biroşûr belavkirin
Navenda Jineolojî ya lêkolînan li Herêma Firatê, di despêka sala 2021'an de dest bi lêkolînan der barê sedemên qetilkirina jinan de kiribûn. Îro encamên lêkolînên xwe bi riya civînekê li Kantona Kobanê parve kirin.
Kobanê-Di van salên dawiyê de bi taybet di sala 2020-2021'an de li Herêma Firatê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêjeya kuştin û xwekuştinê zêde bûye. Ji bo vê navenda zanista jin ya Jineolojî li Kobanê, di despêka sala 2021'an de li Herêma Firatê dest bi amadekariyên lêkolînan der barê sedemên van bûyeran de kiribûn. Lêkolînên wan herî zêde li ser bûyerên kuştin û xwekuştina jinan, her wiha tundiya li dijî jinan bû. Navendê encamên lêkolînên xwe weke biroşûr teslîmî jinan kirin, da ku ew ji aliyê xwe de li saziyên xwe bixweînin û di civakê de belav bikin. Navenda Jineolojî ji jinên herêma Firatê re civîn li darxistin û beriya biroşûran bidin wan, despêkê hemû encamên lêkolînên xwe bi wan re parve kirin. civîn li Akedimiya Şehîd Şîlan ya Jineolojî bi beşdarbûna rêveberiyên sazî û rêxistinên jinan hate çêkirin. Jinan di civînê de nîqaşên berfireh li ser bûyerên ku jiyana jinan têkildar dike, pêş xistin.
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî pakrewanên azadiyê, naveroka biroşûran ji aliyê Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Kobanê Rîma Ehmed ve hat xwendin. Paşê Endama Rêveberiya Navenda Jineolojî ya Herêma Firatê Denîz Firat axaftin kir.
Rêgirtina li pêşiya tundiya ser jinan
Denîz behsa encamên lêkolînan kir û wiha got: "Ev biroşûr encamên lêkolînên mene, li dijî belavbûna intîharê û rêgirtina li pêşiya tundiya ser jin me gelek xebat dane meşandin. Piştî em van biroşûran belav bikin, em ê serdana komîn û meclisan bikin û nêrîna gelê xwe der barê vê yekê de bigirin. Piştî ev nîqaş bi gel re werin parvekirin û nêrînên wan bê girtin, em ê van lêkolînan li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bikin."
Paşê jinên beşdarvan nêrînên xwe anîn ziman û pêşniyarên xwe pêşkêşkirin. Têkildarî mijarê jinên ku beşdarî civînê bûne ji mere nêrîna xwe parve kirin.
"Koka pirsgirêkan, hişmendiya civakê ye"
Endama Navenda lêkolînên Jineolojî ya Kobanê Rîma Ehmed da zanîn ku divê her kes xwe berpirsyar bibîne û rê li pêşberî tundiyê bigre û wiha domand: "Ev berhem an jî encamên lêkolînên ku me bi dest xistine, îro em di riya civînan ji endam û rêveberiyên saziyan re dixwînin û nîqaş dikin. Lê di demeke nêz de wê ev biroşûr ji gel re jî bên xwendin û nêrînên wan bêne girtin. Di nava van salên dawiyê de bi taybet piştî şerê ku li Sûriyeyê rû da, rêjeya kuştin û xwekuştina jinan zêdetir bû, ji bo vê jî me dest bi lêkolînan kir. Me di nava van lêkolînan gihêştin encamekê ku bingeha van pirsgirêkan hişmeniya civakê ye ku xwe li ser fikrê jinê dide ferzkirin. Lê di riya civînan û nîqaşan de em hewil didin ku em bibin hêza çareseriyê. Hêviyên me ew in her kes xwe di ber vê yekê de berpirsyar bibîne, da em bi hevdu re bibin hêza çareseriyê."
‘Perwerde wê rê li pêşiya van bûyeran bigre’
Litfiya Mehmûd beşdarî civînê bûye û wiha nêrîna xwe anî ziman: "Di nava civakê de herî zêde şerê taybet ser ciwanan tê meşandin, lê ciwanên me ne di wê ferqê dane ku xwe li hemberî vî şerê qirêj biparêzin. Ev yek despêkê ji malbatê tê xwestin ku zarokên xwe perwerde bikin. Ya din jî divê her kes pirtûka Jineolojî bixwîne ku bizanibe ev zanista behsa çi dike. Em di wê baweriyê de ne ku wê zanista Jineolojî ji hemû pirsgirêkên civakê re bibe bersiv."