Navenda Arî ya tendirustiyê ji bo jin û zarokan dixebite

Karmendên jin li navenda Tendirustiyê ya Arî ku ji aliyê Weqfa Jina Azad ve li kantona Kobanê vebûye hewl didin di aliyê dermankirinê de alîkariya xelkê bajêr bikin.

HÊVÎ HECî ELÎ

Kobanê - Weqfa Jina Azad li kantona Kobanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navenda Arî ya tendiristiyê ji bo 6 mehan vekir. Yek ji projeyên wan ên salane bi armanca pêşkêşkirina alîkariyan û dermanên pêwîst ji jinan re bê beramber e. Herêma ku navenda weqfa jinan tê de ye dûrî navenda bajêr e û ji bo bar li ser xelkê sivik bibe.

Der barê rola weqfa jinê di pêşkêşiya pêdiviyên civakê û jinê, rêvebera Weqfa Jina Azad li kantona Kobanê Şêrîn Mihemed ji ajansa me re axivî û got: “Weqfa Jina Azad hewl dide jinan hişyar bike û di nava civakê de bi pêş bixe û aboriyê xurt bike. Di dema dawî de me navendek a tendirustiyê vekir eve jî yek ji projeyên me yên salê bûn ji bo xizmeta jinan bike û derfetên kar û pêdiviyê gel ji wan re peyda bikin. Du bijîşkên jin û du hemşîre di navendê de kar dikin.”

Navenda Arî ji bo jinan derfetan diafirîne

Vekirina navendê ji bo alîkariya xelkê bajêr û peydakirina pêdiviyên wan û hinekî barên dermankirinê li nexweşxaneyan û navendên tendirustiyên din de yên giran sivik bikin lê navend xizmetên xwe bi nirxekî sembolîk pêşkêş dike. Di derbarê vê yekê de Şêrîn Mihemed dibêje: “Girîngiyeke vê navendê taybetî ji bo jinan heye ku hin caran rewşên awerte derdikevin ji ber nebûna derfetan jin nikarin xwe bigihîjînin nexweşxaneyan.”

Şêrîn Mihemed diyar kir ku ji bo kesên dixwazin di navenda tendirustiyê de kar bikin derfetên kar heye û got: “Divê jinên ku bixwazin li navendê kar bikin xwedî bawernameya hemşîretiyê be yan pisporiya xwe hebe da ku bi erka xwe ya di nava navendê de rabe. Her wiha divê li gel karê xwe jî perwerdeyên danûstandina bi rewş û bûyerên awerte re bide, ev perwerde li navenda Waqfa jinê û li gundan li dar dikevin.

Di nava hefteyê de hem perwerdeyê didin jinan hem jî zarokan

Bijîşka jinan Cîhan Mihemed ev sê mehe li navendê kar dike derbarê karê navendê de wiha got: “Me rojên hefteyê di navbera jinan û zarokan de dabeş kir sê rojan carekê tên dermankirin. Di navendê de çavdêriya jinên ducanî tê kirin û rewşa jinên ducanî tên şopandin.”

Armanca vekirina navendê alîkariya jinan û xelkên ku nikarin barê dermankirinê rakin û dermanan bikrin lewre hewldan hene beşên navendên berfireh bikin û alavên bijîşkî zêde bikin.

‘Piştî perwerdeyê ezê bikarim li navendên tendirustiyê bixebitim’

Xwendekara beşa hemşîretiyê Dîlva Abaas da zanîn ku Weqfa Jinê gelek perwerdeyan pêşkêş dide weke perwerdeya hemşîretiyê ji bo jinan bi xwe rewşên awerte mudaxele bikin û got: “Ez tevli perwerdeya hemşîretiyê bûm ji bo rewşên awerte li malê û derve bizanibin çawa mudaxele bikim, piştî perwerdeya xwe biqedînim ez ê bikaribim li her navendek bijîşkî kar bikim ji bo alîkariya xelkê bikim û bibim endameke civakê ya aktîf. Em perwerdeya pratîkî û tewrîk dibînin ji bo benda tirsê bişkînin, weke bûyerên şikandinê û nexweşiyên dil, jehrkirin, xwînrêj û nexweşiyên damaran û gelek rewşên awerta din bizanibin bi bijîşkan re çawa alîkar bin û baweriya xwe bi xwe zêde bikin.”