Nasnameya kujerê Nagihan Akarsel hat eşkerekirin

Nasnameya kujerê endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê Nagihan Akarsel hat eşkerekirin. Hat diyarkirin ku navê wî Îsmaîl Peker e û ji Mamak a Enqereyê ye.

Navenda Nûçeyan- Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar, di 25’ê Kanûnê de beşdarî bernameyek di Stêrk TV de bû, diyar kir ku kesê li Sileymaniyeyê di 4’ê Cotmehê de endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnameger Nagihan Akarsel qetil kiriye, Îsmaîl Peker e û da zanîn ku Îsmaîl Peker ji Mamaka Enqereyê ye.

‘Plan kirine û wî şandine’

Di daxuyaniyê de ev hat diyarkirin: “Ev kes jixwe kesek krîmînal e. Wî bi xwe jî îtiraf kiriye. Em dizanin wî kesî çi gotiye, çi îtiraf kiriye. Di îfadeya xwe de gotiye; “Jixwe ez ji bo kuştina Nagihan Akarsel hatim vê derê. Pere dan min, her tişt dan min.” Ango plan kirine, wî şandine. Dîsa dibêje; ‘Li min geriyan, gotin Nagihan ji malê derketiye. Jixwe min malê tesbît kiribû, li cihekî nêz sekinîbûm. Min dît ku Nagihan dimeşe û li nava kolanê min ew kuşt. Dûre min hewl da ez birevim Hewlêrê’ dizane ku bireve Hewlêrê dê xilas bibe. Vê yekê jî gotiye. 

Hemû îtirafên wî nehatin eşkerekirin

Heta niha li Silêmaniyeyê çiqas bûyer qewimîbin, kiryar berê xwe daye Hewlêrê. Hewlêr jixwe bûye weke Enqereyê ji bo wan kesan, cihê rizgariyê ye lê ew beriya ku bireve Hewlêrê, ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve tê girtin. Gelek tişt îtiraf kirine lê em dikarin ewqas bibêjin. Kiryarê êrîşa li Parîsê jî kesek wiha ye. Ya girîng ew nîn e kê gule berdaye, ya girîng ew e kê plan kiriye.”