Nasnameya jina ciwan a xwe ji pirê avêt hat aşkerekirin

Polîsên Silêmaniyê nasnameya jina ciwan a ku duh danê sibehê li bajarê Silêmanî xwe ji pirê avêt xwarê û jiyana xwe ji dest da hat aşkarekirin.

Silêmanî- Rêveberê Polîsên Silêmaniyê nasnameya jina ciwan a ku duh danê sibehê xwe li ser pira li taxa Melîk Mehmud avêtibû xwarê û jiyana xwe ji dest dabû aşkera kir. Li gorî agahiyan jina ciwan a bi navê M.A.M. di sala 2001’ê de ji dayik bûye û xwendekar e. Bi xwe li taxa Huneyî ya bajarê Silêmanî dijî. Li gorî lêkolînên polîsan ew jina ciwan bi mebesta bêhnek bigre biçe gel havalên xwe ji malê derketiye derve. Piştî wê jî xwe ji pirê avêtiye xwarê û piştre seyareyekê lê daye û ew di encamê de jiyana xwe ji dest da ye.