‘Nasnameya 21 zarokên mexdûrên erdhejê nayê zanîn’
Li gora Wezareta Xizmeta Malbat û Civaka Tirk di erdheja navenda wê Mereş de 474 zarokan jiyana xwe ji dest dane, nasnameya 21 zarokên mexdûrên erdhejê nayê zanîn.
Navenda Nûçeyan - Wezareta Xizmeta Malbat û Civaka Tirk derbarê zarokên bê xwedî yên ku ji bin kavilên erdehaja di 6’ê Sibatê de ku navenda wê Mereş çêbûyî hatî derxistin de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de diyarkirin ku hezar û 915 zarokên bê xwedî yên ku ji bin kavilan hatin derxistin hatine qeydkirin hene û wiha hat gotin: “Piştî serlêdan û kontrolkirina nasnameyan, hezar û 786 zarok radestî malbatên wan hatin kirin. 41 zarokên di nexweşxaneyê de ku tedawiya wan hîn dom dike, pêvajoya tedawiya wan tê şopandin.”
‘474 zarokan jiyana xwe ji dest dan’
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 80 zarokên ku tedawiya wan temam bûne, li saziyên girêdayî wezaretêne û wiha hat gotin: “Zarokên ku li saziyên lênêrînê û nasnameyên wan hîn nayê zanîn 21 zarokin. Di qeydên mede 7 zarokên ku tedawiya wan di nexweşxaneyê de berdewam dikir, jiyana xwe ji dest dane hene. Di heman demê de sistema zanyariyên malbat û rêveberiya zarokan ya karesatê li ser ixbarên ku girtine di encama xebatên meşandine tespît kirin ku 474 zarokan jiyana xwe ji dest dane.”