“Nasîna Rêveberiya Xweser û çareseriya pirsgirêka Kurd”

Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo girîngiya naskirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk nirxand û da zanîn ku heya Hikûmeta Şamê û cîhan tevahî pirsgirêka gelê Kurd di Rojhilata Navîn de çareser nekin, naskirina Rêveberiya Xweser ne pêkan e.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Sîstemên cîhanî xwe li ser qeyîranên di nava Rojhilata Navîn de kur kirine bihêz dikin. Her wiha mekanîzmaya çareseriya hemû pirsgirêkan li ser rûyê erdê heye û tê nasîn lê ji bo ku zirar negihîje armanc û polîtîkayên hêzên hegemon, naxwazin krîzan bi dawî bikin. Şoreşa Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji ew herêmên ku bi projeya Neteweya Demokratîk, gel xwe li gorî wê birêxistin dike, modelek ji tevahî pirsgirêkên herêmî, cîhanî û navneteweyî ye. Endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo girîngiya naskirina projeya Rêveberiya Xweser, bandora wê li ser tevahî polîtîkayên dijberî hêz û vîna civakan her wiha bandora wê li ser tevahî Sûriyeyê nirxand. 
"Qeyîrana Sûriyeyê û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn"
Evîn di destpêka axaftina xwe de sîstemên hêzên hegemon û şerên ku li Rojhilata Navîn didin meşandin wiha anî ziman: "Rojhilata Navîn bi dewlemendiya xwe ya li ser erd û bin erd tê nasîn ji lewre ev dewlemendî bû sedem ku gelek hêzên hegemonîk êrîşên dijwar pêk bînin. Da ku derbasbûna Rojhilata Navîn rewa bikin û bidin xuyakirin ku ew hatine bibin cihê çareseriya hemû nakokiyên olî, mezbeheî, neteweyî û wekheviyê. Nakokî derxistin, qaşo ji bo çareseriya wê jî xwe wekî xelasvan nîşan didin û berjewendiyên xwe bi cih bînin. Ji lewre pirsgirêkên Rojhilata Navîn bûye mijara nîqaşa cîhanî. Tayber raperîna Bihara Ereban a ku li Rojhilata Navîn hat destpêkirin, armanc jê ew bû ku bidestxistina wekhevî, pêkanîna edaletê û eşqa azadiyê bû lê ji aliyê gelek hêzan ve rê û armancên wê hatin guhertin. Wekî tê nasîn jî berî raperînê gelek pirsgirêkên ku berdewam dikirin jî hebûn. Ji wan pirsgirêkan pirsgirêka neteweya Ereb bû ku tevî yek netew e, li 22 dewletan hatine  parçekirin. Wekî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de jî dibêje "Krîza Sûriyeyê, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn da naskirin", di rastî de jî wiha ye û hemû bûyerên ku diqawimin wê rastiyê radixe ber çavan."
“Gelê Kurd hîmê bingehîn ê Şoreşê ye”
Evîn da zanîn ku gelê Kurd pêşengiya şoreşa azadî û demokrasiyê kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Gelê bingehîn ê ku di Şoreşa Rojava ango Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xwedî rol û misyon bû, gelê Kurd bû. Ji lewre projeya Rêveberiya Xweser ku li ser fikrên Neteweya Demokratîk birêve dibe, bi pêşengiya gel û fermandarên Kurd bûn. Armanc jê ew bû ku desthilatdariya ku li ser gelê Kurd dihat meşandin, nasnameya ku dihat çewisandin û newekheviya dihat jiyîn, çawa li Iraq, Îran û Tirkiyeyê dihate meşandin berdewam neke. Gelê Kurd xwest ew zincîrên ku li ziman, fikr û destên wan hatibû girêdan tu neteweyên din wê nejîn, ji lewre pêşengên sereke bûn."
“Nedadgehkirina girtiyên DAIŞ’ê ji nenaskirina Rêveberiya Xweser tê”
Evîn asta bandora naskirina Rêveberiya Xweser li ser tevahî Rojhilata Navîn bi bîr xist û wiha pêl da gotina xwe: "Di Rojhilata Navîn de yekem projeyeke bi bandor ku dikare ji gelek pirsgirêkan re bibe cihê çareseriya hemû nakokî û krîzan heye, ew jî Rêveberiya Xweser e. Ji lewra bi gelek awayên siyasî, leşkerî û aborî êrîş tên kirin û hewldanê valaderxistina vê projeyê heye. Lê ji ber ku gel wê hembêz kiriye, hêzên hegemon nikarin bandorê lê bikin. Neqebûlkirina projeya Rêveberiya Xweser di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê cihê metirsiyê ye. Ruxmî ku hêzên QSD'ê li şûna hemû cîhanê şerê terorê kir û di wê ezmûnê de bi ser ket lê heya niha jî naskirineke siyasî bi Rêveberiya Xweser çênebûye. Di heman wextê de nedadgehkirina girtiyên DAIŞ'ê û avakirina dadgeheke navdewletî, sedema xwe ji vê yekê digre ku heya niha naskirineke fermî ji bo Rêveberiya Xweser çênebûye."
“Peyîwendiya pirsgirêka Kurd û çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn”
Evîn da payin ku krîza Sûriyeyê bi şerê çekdarî çareser nabe û wiha pêde çû: "Şerê li Sûriyeyê ji hemû cîhanê re da xuyakirin ku ev krîz bi rêbazên çekdarî nayê çareserkirin, tekane rêya çareseriyê heye ew jî diyalog in. Lê heya niha jî Hikûmeta Şamê bi çavên leşekrî li krîza Sûriyeyê dinêre û naxwaze berê siyaseta xwe biguherîne. Tevî ku gelek caran Rêveberiya Xweser daye xuyakirin û teqez kirin ku em parçeyek ji xaka Sûriyeyê ne. Em jî neteweyek ji neteweyên ku di hundirê Sûriyeyê de cih digrin e, dixwazin ku maf, nasname û hebûna me jî diyarde be. Li aliyê din jî ger ku hêzên navdewletî dixwazin krîza Sûriyeyê çareser bikin divê ku destekê bidin Rêveberiya Xweser û zextê li Hikûmeta Şamê bikin ku werin ser maseya diyalogê. Sîstema Rêveberiya Xweser gelê Kurd pêşengiya wê kir, ji lewra ger ku pirsgirêka Kurd di Rojhilata Navîn de neyê çareserkirin, wê bi tu awayî çareserî pêk neyê. Çareseriya pirsgirêka Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê, wê zemînekê ji çareserkirina hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn re veke." 
“Bi pêşengiya jinên Kurd, wê pirsgirêkên hemû jinên Sûriyeyê çareser bibin”
Evîn bal kişand ser bandora şoreşa jinan li Rojava li ser jinên Sûriyeyê, di dema piştî naskirina Rêveberiya Xweser de û ev yek got: "Wekheviya ku her dem di xeyalên bi milyonan jinan de bûn û gihîştin dawiya jiyana xwe û ev kêlî nedîtin, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê pêk anîn û her pê re dijîn. Jinên ku li Sûriyeyê dijîn, ne ew jinên bê hêz in lê jinên ku ji wan re bibin pêşeng tune ne. Li gelek parêzgehên Sûriyeyê gelek jin bi sîstema jinan û şoreşê bandoreke wan a pir mezin çêbûye. Ji bo vê yekê naskirina Rêveberiya Xweser ne tenê modelek ji Rojhilata Navîn re lê belê bi pêengiya jinên Kurd re wê hemû pirsgirêkên jinan li Sûriyeyê çareser bibe."
“Naskirina Rêveberiya Xweser, erkeke navdewletî ye”
Evîn bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Krîza Sûriyê tenê bi diyalogên Sûriye-Sûriyeyê re wê were çareserkirin. Ji bo ku hemû êş û elemên civakê çareser bibin û werin dermankirin, pêwîstiyeke pir lezgîn û demildest bi çareseriyê heye. Ya ku dikeve ser milên hêzên navneteweyî ew e ku naskirinek bi Rêveberiya Xweser çêbibe, ev ne daxwaz e lê erkeka wan a bingehîn e. Divê ku erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."