Nasîm Sîmîarî a li girtigeha Evînê tê girtin dest bi grêva birçîbûnê kir
Nasîm Sîmîarî ji ber bêyî ku derkeve dadgehê ev 7 mehe di girtîgeha Îranê de girtiye û ji bo mafê xwe yê parêzer girtinê bê par hatiye hiştin dest bi girêva birçîbûnê kir.
Navenda Nûçeyan- Nasîm Sîmîarî a ku li Tehranê dikana kuaforê de dixebite 18 Gulanê ji aliyê ajanên îstîxbarê ve bi hinceta tevlî serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bûye hat girtin. Nesîm Sîmîarî ku nêzî 7 meh berê hatibû girtin û di hucreyên yek kesî yên qawîşên 2-A û 1-A yên Girtîgeha Êvînê de dihat ragirtin, di 16'ê Mijdarê de sewqî Beşa Jinan a heman girtîgehê hat kirin.
Piştî 6 mehan ket qawîşê
Hate hînbûn ku Nesîm Sîmîarî ya ku ji bo bibe îtîrafkar zext li wê hatiye kirin, di meha 7’an a girtina wê de piştî dîmenên wê hatin girtin, sewqî beşa jinan a Girtîgeha Evînê hat kirin.
Hat diyarkirin ku Nesîm Simiarî ku îfadeya wê hatiye girtin lê heta niha derneketiye dadgehê, bi kefalet berdan hatiye redkirin û mafê wê yê parêzer girtin jî hatiye astengkirin.
Ji bo protestokirinê dest bi greva birçîbûnê kir
Nesîm Simiarî ku ji bo protestokirina bêhiqûqiyê dest bi greva birçîbûnê kir, bi îdiayên "Lihevkirin û peymana veşartî ya li dijî ewlehiya welat", "bombebarankirina cihên giştî", "xerakirina nîzam û aramiya giştî" tê sûcdarkirin.
Ji aliyê din ve hat hînbûn ku mufetîşê ku li Serdozgeriya Êvînê dozên Nesîm Sîmîarî lêkolîn dike, ji ber sûcê siyasî-ewlehî yê parêzer nehatine dîtin, ji malbata Nesîm Simiarî xwestiye ku sebir bikin.