Nasîbe Şemsaî ya ji zordariya rejîma Îranê reviya li Tirkiyê windaye

Kesên nasnameya wan nediyar bi ser mala aktivîsta İranî Nasîbe Şemsaî ya ku li navçeya Kadîkoyê dijîya de girtin û ji wê demê ve agahî jê nayê girtin.

Stenbol - Sala 2017’an jinên Îranê li hemberî sergirtin û tundiya ser jinan bi navê “Çalakîyên Çarşema Spî” rêzeçalakî dabûn destpêkirin. Jinên di wan çalakiyan de cîh girtin hatin darezandin û doz li wan hatin vekirin. Aktivîst û parêzvana mafê jinan Nasîbe Şemsaî jî ji ber ku tevlî çalakîyan bûbû 12 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn. Nasîbe ji ber cezayê lê hatî birîn neçarma ji welatê xwe derket û berê xwe da Tirkiyeyê. Dema tê Tirkiyeyê li Balafirgeha Stanbolê tê binçavkirin û şandin Navenda Paşvegerandina Edirneyê û li wê bicîhkirin.  
Parêzerê Nasîbe Kurtuluş Baştîmar li ser hesabê xwe yê medya ya civakî agahî da û got: “4 kesên nasnameya wan ne diyar êrişî mala Nasîbe kirin û ji wê demê şûnde agahî ji Nasîbeyê nayê girtin.”