Narges Mohammadi: Komara Îranê dijminê jinan e

Çalakvana mafên mirovan û girtiya siyasî ya li girtîgeha Evînê Narges Mohammadi bi peyamekê ragihand ku rojnamevan û çalakvanên mafên mirovan li Îranê ji ber ronahîkirina rastiyan û îfadekirina ramanê xwe di bin metirsiyê de ne.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafên mirovan Narges Mohammadi ya li girtîgeha Evînê girtî ye bi peyamek li ser medyayê dijîtal de dest nîşan kir ku rayadarên Îranê mafê perwerde û îfadekirina ramanê ya jin û zarokên keç red dike.

Narges Mohammadî ya got, “Hikûmeta Îranê jî wek Talîbanê ku li Afganîstanê jin û zarokên keç ji mafên perwerdeyê mehrûm dike, hewil dide bi terorê çûyîna zarokên keç a dibistanê asteng dike” bang kir ku piştgirî ji serhildana gel, girtiyên siyasî û kesên rastî cezayê darvekirinê tên re bê dayîn û li hemberî zilma ku li wan tê kirin li gel xwepêşandan û çalakvanên sivîl û siyasî bisekinin.

‘Komara Îranê dijminê jinan e’

Çalakvana mafê mirovan û girtiya siyasî ya Îranî Narges Mohammadî ya piştî Xelata Azadiya Çapemeniyê ya UNESCO ya sala 2023’an jê re hat dayîn, li ser tora ditîtal a Instagramê vê peyamê da: 

"Dema ez di girtîgehê de min nûçeya hêjayî Xelata Azadiya Çapemeniyê ya UNESCO'yê hatiye dîtin bihîst. Ez ji bo dozeke nû ya bi gelek sûcên cûda gazî Serdozgeriya Komarê ya Girtîgeha Evînê hatim kirin. Helbet min wek sê dadgehên berê biryar da ku tu danişînek nebim. Ji ber ku Komara Îslamî, hikûmet diktator a dijmînê jinan e.

Ji bo rast têgihiştina mafê azadiya derbirînê, pêwîst e ku têgeha maf were naskirin, gelek kes ji ber ramanên xwe û rastiyê gotine jiyana xwe ji dest dan. Li welatan mîna Îranê desthilatdarên zilmkar bi bawerî û berjewendiyên xwe yên şexsî nasnameya mirovî û jiyana bi milyonan mirovan weran kir û mafê azadiya gelan a diyarkirina aqûbeta xwe binpê kir.”

Jehrîkirina xwendekarên jin

Narges Mohammadi di peyama xwe de diyar kir ku serokomar rê nade ku Îran beşdarî plana geşepêdana domdar a sala 2030’an bibe ku yek ji belgeyên erênî tê hesibandin û tevlîbûna Rojeva Pêşketin jî asteng dike. Narges Mohammadi diyar kir ku hewildanê bidestxistina wekheviya zayendiya civakî heye û da zanîn ku li Îranê xwendekarên jin ên bi meha ne bi gazan tên jehrî kirin.

‘Gel li dijî desthilatdariyê rawestiya’

Narges Mohammadi diyar kir ku hikûmet jî wek Talîbanê ku li Afganîstanê jin û zarokên keç ji mafên perwerdeyê mehrûm dike, hewil dide bi terorê çûyîna zarokên keç a dibistanê asteng dike. Narges Mohammadi da zanîn ku her çiqas rojnameger û parêzvanên mafên mirovan rastî zextan tên, li Îranê azadiya ramanê dibin gefan de ye û wiha got: “Di mehên dawî de civaka Îranê bi destpêkirina şoreşa jinê re li dijî desthilatdariyeke ku yek ji dijminên herî zêde dijminatiya mirov û jiyanê ye, radiwestiya.”

Banga piştgiriya serhildanê

Di dawiya nameyê de Narges Mohammadî bang kir ku piştgirî ji serhildana gel, girtiyên siyasî û kesên rastî cezayê darvekirinê tên re bê dayîn û li hemberî zilma ku li wan tê kirin li gel xwepêşandan û çalakvanên sivîl û siyasî bisekinin.