4 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Meryem Vahîdiyan hat birîn

Rayedarên Îranê 4 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Meryem Vahîdîyan birî.

Navenda Nûçeyan– Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî bi pêşengiya jinan bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ destpê kir, li rûxmê hemû zext, girtin, darvekirinan ev 8 meh zêdetir e dom dike. Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, ji ber piştgiriya serhildanê kir 4 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Meryem Vahîdan birî.

Duh parêzera rojnameger Meryem Vahîdiyan, diyarkir ku bi biryara şaxa 26 a Dadgeha Înqilaba Tehranê 4 sal cezayê girtihê li rojnameger Meryem Vahîdan hatiye birîn.

Meryem Vahîdiyan roja 27’ê  Mijdara bûrî di dema serdegirtina mala wê de li Tehranê ji aliyê Îstixbarata Pasdarên Îranê ve hatibû girtin. Di 28’ê Kanûna borî de, piştî ku lêpirsîna wê bi dawî bûbû di hucreya yek kesî de dihat girtin. Her wiha 28’ê Kanûna bûrî  bi kefaleta 500 milyon tumenê Îranê ji Girtîgeha Êvînê hatibû berdan.

Di 27’ê Sibatê de ji bo lêkolîn û zelalkirina tawanan Serdozgeriya Komarê ya 33’an a Tehranê gazî Meryem Vahîdiyan kiribû. Beriya ku dozê bişîne Dadgeha Şoreşê ya Tehranê û bi hêceta “peymana veşartî ya li dijî hikumetê” doz hate vekirin.