Narges Mohammadi: Êrîşên zayendî yek ji amûrên zextê yên hikumetê ye

Parêzvana mafê mirovan û rojnamevana navxweyî ya girtî Narges Mohammadi bi nameya ku nivîsandi de aşkere kir ku ji aliyê hikumetê ve li dijî jinên girtî êrîşên fîzikî û zayendî tên bi kirin.

Navenda Nûçeyan- Di van mehên dawî de hikumetê Îranê bi hezaran hemwelatî bi hêceta ku beşdarî serhildanê bûne binçav kir û girt. Nuçeyên ku li girtîgehan û navendên lêpirsînê de li dijî xwepêşanderên jin işkenceya fîzîkî û zayendî tê bikaranîn bi awayek berbiçav tên belavkirin. Derbarê vê mijarê de çalakvana mafê mirovan û rojnamevan Narges Mohammadî nameyek nivîsî û diyarkir ku êrîşên zayendî yek ji amûrên zextê yên hikumetê ye.

‘Tiştên tên jiyin tirsnak in’

Narges Mohammadî erîşên zayendî yên ji aliyê polîs û askerên rejîma Îranê ve tên pêkanîn aşkere kir û di nameya xwe de destnîşan kir ku li beramberî jinan dibe rêbaza zextan desthilatê berdewam bike û wiha got: “Li girtîgeh û malên lêpirsînê de ji hemû êrîşên fizîkî û zayendî  dewlet sûcdar e. Ne aşkerekirina wê, parvenekirina bi civakê re, îfşa nekirina wê dibe sedemê wê yekê ku desthilat li dijî jinan vê rêbaza xwe ya zextan berdewam bike. Di van mehên dawî de gelek jin hatin binçavkirin û girtin. Tenê tê zanîn hinek jin birine kijan girtîgehê, lê belê ji piraiya wan jinan dibin girtîgeha û di hucreyên navendên lêpirsînê de tên girtin û rastî kijan işkenceyan tên nayê zanîn. Heta nayê zanîn ku hinek jin birine kur û li ku derê îşkence lê tê kirin. Di navendên binçavkirinê de ew jinên ku birine qawişên girtigeha Evîn û Karçak nayê zanîn ku jin rastî çi tên. Em dibihîsin ku bi îşkeceyên çawa sosret re rû bi rû dimînin û ev jî di asta tirsê de ye.”

‘Êrîşên zeyendî sîstematik in’

Narges Mohammadi dii nameyê de da zanîn ku jinek çalekger ji aliyê dewriyên bi motor biskiletê ve hat binçav kirin û ew jin xistin di navbera dû polîsan û di rê de rastî gelek êrîşek qirêj ya zayendî û tacîzê hat û bi bîr xist ku ev rewş gelek mînakên wê yên hene û diyar kir ku êrîşên zayendî bi gotinê xilas nabe û wiha dom kir: “Jinek ku hatî binçav kirin, di hucreya girtîgeha Karçak de ji aliyê mamurên lêpirsînê ve rastî îşkenceya zeyendî hat. Ev sûcane hemû dijmirovane ne û hikumeta Îranê li dijî jinan êrîşên zayendî bi awayek sîstematîk bi kartîne. Eve sucê komara Îslamê û hikumetê ye û aşkiria kirina wê dibe sedemê rêbazên zextên li beramberî jinan  berdewam bikin.” 

Did erbarê vê mijarê de bal kişand li ser sekna ku were nîşandan û nameya xw ebi dawî kir.