‘Guhertina bîrdoziya mêrê serdest çareseriya hemû pirsgirêkan e’

Endama Koordînasyona Mala Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Îsa tekez kir ku jin ji bo avakirina jiyanek wekhev û azad, ji dîrokê heya vê kêliyê şerê guhertina hişmendiyê dike û ji bo nûkirina riyên tekoşînê di nava lêgerînê de ye.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Li dijî her cûre zext û ferzkirinên ku hişmendiya mêr-dewletê li ser jinan ferz dike û bi vê awayê êrişî civakê dike, jin di nav serhildanê de ne. Jinên ku ji xwe parastinê heyanî qada siyasî, aborî û çandê xwe di her warê de birêxistin dikin pêşengiya azadiya civakê jî hildigirin ser milê xwe. Endama Koordînasyona Mala Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê Rîma Îsa têkîldarî têkoşîna jinan a ku der diçe bêtir birêxistin dibe kir û got ji bo azadiya civakê guhertina birdoziya mêrê serdest mijarekê nebe nabe ye.

Rîma Îsa bal kişand ser têkoşîna 129 jinên ku ji bo mafên xwe dest bi grevê kiribûn û bi zindî li fabrîkayê hatibûn şewitandin û got ku bi têkoşîna wan jinan 8’ê Adarê weke roja jinan a cîhanî hat qebûlkirin, ev mîrate heya roja me ya îro jî didome.

‘19 ê Tîrmehê bingeha xwe ji dîroka 8’ê Adarê digre’

Rîma balkişand ser Serhildana 19’ê Tîrmehê ku  di encamê wê de sîstema rêjîma Baasê ya 52 salan hatiye hilweşandin û wiha got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengtiya jinan pêk hat, bingeha xwe ji tekoşîna 8’ê Adarê digre. Jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di her qadên jiyanê de rola xwe lîstin û li hemberî feraset û bîrdoziya mêrê serdest têkoşîn meşandin. Di encama wê tekoşînê de hilweşandina Rêjîma Baasê çêbû. Ew rêjîm tu rê û rêbaz ji bo azadiya jinê û civakê pêşkêş nekir û her tim civakê ber bi xitimandinekê ve dibir, lê jinê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî bersiv da û ew sîstem hat hilweşandin.”

‘Feraseta ku maf û rola jinan sînordar bike nayê qebûlkirin’

Rîma Îsa destnîşan kir ku feraseta li Şamê xwe birêxistin dike, dixwaze Sûriyeyê vegerîne Sûriyeke kole û wiha domand: “Piştî hilweşandina Rêjîma Baasê, hêviyên jinan û gelê Sûrî ji bo êdî her kes di Sûriyeya azad de bijî, mezintir bûn. Lê mixabin îro em dibînin ku hikûmeta nû ya demkî rola jinê red dike, zagonên ku mafê jnan sînordar dike pêşkêş dike û li herêmên ku di bin serweriya vê hikûmetê de ne jin, rastî qetilkirin, destdirêjî û lêdanê tên. Bi rastî ev feraseta ku hikûmeta nû ya demkî tê de xwe birêxistin dike ferasetek olperest e. Bi vê ferasetê, dixwazin rêya lêgerîna têkoşînê ya jinan sînordar bikin û deskeftiyên ku jinan bidest xistine têk bibin û Sûriyeyê vegerînin Sûriyeke kole.”

‘Feraseta Osmanî li Sûriyeyê dixwaze armancên xwe pêk bîne’

Rîma diyar kir ku feraseta îro hikûmeta nû ya demkî xwe li ser dide meşandin, feraseta Osmaniyan e û  axaftina xwe wiha dewam kir: “Em dibînin ku zagon û hişmendiya ku hikûmeta demkî dimeşîne, ji feraseta dewleta Osmanî tê. Feraseta Osmanî bi gelek rê û rêbazan hewl da tekoşîna jinan di Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de, bi riya êrîşan têk bibe. Lê negihîşt armancên xwe, lewma îro feraseta xwe di hundirê Sûriyeyê de ava kir da ku şerê felsefeya jin Jiyan azadî bike û deskeftiyên şoreşê têk bibe.”

‘Guhertin û veguhertina hişmendiyê erka me ye’

Rîma bang li tevahî jinên Sûrî kir ku ji bo avakirina Sûriyeya nû, bi hişmendiyek azad helwesta xwe nîşan bidin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Îro di hundirê Hikûmeta demkî ya Sûrî de jin hene, lê ne bi ferasetek azad tevdigerin, wekî robot kar û xebat dimeşînin. Ew jin bi wê ferasetê nûnertiya jinên Sûrî nakin, lewma guhertina wan jinan ji me tê xwestin. Di sedsala 21’an de erka me ya bingehîn ew e ku em xwe bighînin her jinek û hişmendiya wê bidin guhertin da ku em wê ji qeyd û bendên desthilatdaran rizgar bikin. Îro piştî ewqas salên ked, têkoşîn û fedekarî, ji her jinek di Sûrî de tê xwestin ku doza mafê xwe di nivîsandina destûra Sûriyeyê de bike. ”