Nanê xwe ji 'gilêşê' qezenc dike

Parvaneh Q. ya ku li Kirmaşanê bi komkirina gilêşan bi du zarokên xwe re debara xwe dike, li kolanan rastî tacîza mêran jî tê. Parvaneh Q. dibêje: “Ger em nexebitim em ê ji birçîna bimrin. Kes guh nade me, ev welat me naxwaze.”

JUAN KERAMÎ

Kirmaşan– Parvaneh Q. ya 41 salî ku li Meydana Azadî ya bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê karê komkirina gilêşê dike, ji zarokatiya xwe ve dixebite. Parvaneh Q. ku di karên kargehan û sektora çandiniyê de dixebite, wiha dibêje: “Ji bilî vê min firoşkariya seyar jî kir. Çend sal beriya ku bizewicim, min aşpêjî dikir û li xwaringehê dixebitîm. Ji ber ku ez zêde dixebitim bedena min hişk bûye.”

'Kes kar nade me'

Parvaneh Q. diyar dike ku hevjînê wê yê ku madeya hişbir bi kar tîne tenê ji bo xwestina pere tê malê  û wiha dibêje: “Hevjînê min, min jî hînî madeya hişbir kir û jiyana min xirab kir. Bi awayekî fermî me hev berda. Ez qet nizanim li ku ye. Tu eleqeya min bi wî re nîn e, carna tê û pere dixwaze. Ji ber madeya hişbir bi kar tînin tu kes kar nade me, gelek kes madeya hişbir bi kar tînin û ev yek bûye wekî rewşeke asayî.”

Parvaneh Q. bi gotina "Kes kar nade me" diyar kir ji ber kar nabîne dest bi berhevkirina xurdeyan kiriye û wiha dibêje: "Min biryar da ez nemînin di bin barê tu kesê de. Kes guh nade me, ev welat me naxwaze."

'Ger ez nexebitim em ê birçî bimînim'

Parvaneh Q. ya ku 2 zarokên wê jî diçin dibistana seretayî, diyar kir ku berhevkirina gilêşê karekî pir zehmet e û wiha got: “Ez beyî bibêjim havîn û zivistan dixebitim. Gelek lêçûnên me yên wek kiriya xanî, av, cereyan, gaz, xwarin û cilan hene. Gelek nexweşiyên min ên wek astim, êşa piştê, mîgren hene. Divê ez bêhna xwe vedim lê lukseke min a wiha nîn e. Ger ez rojekê jî gilêşê kom nekim debara me nabe.”      

'Ez rojê ji bo 200-250 tumenê dixebitim'

Parvaneh Q. ya ku neçar dimîne di germê de bixebite, wiha dibêje: “Ez nikarim rûnim, ji ber ku ez nexebitim em ê birçî bimînin. Rojê bi 200-250 hezar tumenê dixebitim lê dîsa jî têra xwe pereyan qezenc nakim.”

Parvaneh Q, fikarên xwe tîne ziman û diyar dike ku ji ber dixebite zarokên wê di malê de bi tenê dimînin û wiha got: “Bi giştî mirov baş in û alîkariya min dikin. Piranî caran pere yan jî xwarinê didin. Rêzê nîşanî min didin û ev rêzdarî ji min re bes e.”

'Ez dikarim li dijî tacîzê xwe biparêzim'

Parvaneh Q. ya ku dema dixebite rastî tacîza hîn mêran tê, axaftina xwe wiha didomîne: “Ez li kolanan gelek caran rastî tacîzê hatim lê dikarim xwe biparêzim. Ez bi rastî jî fêhm nakim dema ku jinek di tengasiyê de be û hewl bide nanê xwe qezenc bike dibînin, çawa tacîz tê bîra wan kesan? Ez karê xwe dikim û kengê min aciz bikin, ez dikarim xwe biparêzim."