Li Îranê bi hinceta posterê bê hîcab festîvala filman hate qedexekirin

Li Îranê ku wê 13’emîn xelatên Akademiya Filmên kurt ên Îranê were li darxistin, ji ber li ser posterê çalakiyê wêneyê listokvanek jin ser vekerî hebû hate qedexekirin.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Çanda Îranê, 13’emîn xelatên Akademiya Filmên kurt ên Îranê ku dihat plankirin wê di meha Cotmehê de were li darxistin bi hinceta ku di posterê çalakiyê de wêneyê jinek ser vekirî heye hete qedexe kirin.

Li gora nûçeya di rojnameya The Guardin; Di nûçeya ajansa nûçeyan a 22’ê Tirmehê ya dewleta Îranê ÎRNA de hate eşkere kirin ku wezîrê çandê biryara qedexekirina çalakiyê daye. Di nûçeya biryara mijara gotinê de ‘ji ber ku di posterê çalakiyê de wêneyê jinek ku hîcab nexistî serê xwe zagon binpê kiriye’ piştî wê biryar hatiye girtin.

Îsal 13’emîn Festîfala filman û merasîma xelatan wê di meha Îlonê de were li darxistin, di postera Komeleya Filmên Kurt ya Îranê (ISFA) wêneyê listokvana jin ya Îranî Susan Taslimi ku di filmê ‘Mirina Yazdgerd’ (The Death of Yazdgerd) ku di 1982’an de hatibû weşandin hate bi karanîn. 

Sepandina tedawiya derûnî!

Biryara qedexeyê ya wezîrê çandê, di heman demê de li peytext Tahranê dadgehê biryar ji bo listikvana Îranê Afsaneh Bayegan li cihê giştî di çalakiyekê de bi hêceta hîcab nexstiye serê xwe piştî dayîna dû salên cezayê girtîgehê hatî taloqkirin hat. Dadgehê hikumkir ku Bayegan ji bo tedawiya xirabuna kesî li dijî malbatê, heftiye carekê serdana navendek ya derûnî bike û piştî tedawiyê wê raporek ya tendirûstiyê radest bike.”