Namzeta parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk Ayten Donmez hat girtin
Namzeta parlementeriyê ya Partiya Çepên Kesk Ayten Donmez a ku ji aliyê Suleyman soylu hedef hat nişandan hat girtin
Navenda Nûçeyan-Piştî ku Partiya Çep a Kesk û namzedên wê di bernameyeke televîzyonê ya ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu beşdar bû de hatin hedefgirtin, Namzeta Wekîlê Partiya Keskan û Pêşerojê ya Çep (Partiya Çep a Kesk) ya Kocaeliyê Ayten Donmez di serdegirtina mala wê ya li Ûskudarê de hat binçavkirin. Ayten Donmez doh piştî bidawîbûna xebatên tehqîqê hatibû girtin.
Li Edliyeya Stenbolê dozgeriyê wêneyê ku ji çapemeniyê re hat dayîn de ji Ayten Donmez pirsî û bi îdiaya "endamtiya rêxistina terorê ye" hat kirin. Ayten Donmez a ku îdiayên li ser xwe qebûl nekir piştî jêpirsîna wê hat girtin.