Namzeta hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê diyar bû

Serra Bûcak bû namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya DEM Partiyê.

Amed – Serra Bûcak bû namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Ji bo diyarkirina namzetê mêr jî, dê tûra duyan a pêşhilbijartinê îro bê lidarxistin. 

Ji ber ku namzetên mêr ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji sedî 50+1 deng negirtin, dê delege sibê ji bo bernamzet Garîp Kandemîr û Dogan Hatûn careke din biçin ser sindoqê.