Nameya malbata Gulîstan Doku: Pêvajoyê ji nû ve bişopînin

Ji bo Gulîstan Dokuya ku li Dêrsimê hat windakirin û zêdeyî 3 sal in agahî jê nayê girtin, malbata wê bi nameyek bang li namzedê Serokomariya Tirkiyê Kemal Kiliçdaroglu kir û wiha got: "Pêvajoyê ji nû ve bişopînin û eşkere bikin ka çi bûye keça min.”

Amed- Ji bo Gulîstan Doku ya ku ji 5'ê Çileya 2020'an û vir ve li Dersimê winda ye, malbata wê beriya hilbijartinên 14'ê Gulanê bi nameyek bang li namzetê Serokomariyê yê Tifaqa Netewî Kemal Kiliçdaroglû kir. Malbata ku di nameyê de wiha: "Ger hûn bi hilbijartina vê gelê ku neçare edaletê ye bibin serokomar, vê pêvajoyê ji serî ve bigrin dest û ji me re vebêjin ka çi hatiye serê keça min” ji Kiliçdaroglu xwest ku berpirsyarên bûyerê derxine pêş darazê û cezayê pêwîst bide.

'Em hewl didin baweriya xwe ya bi edaletê zindî bigrin’

Malbatê diyar kir ku ew yek ji bi mîlyonan malbatên ku bi hêviyeke mezin li benda 14'ê Gulanê ne, ji Kiliçdaroglu xwest ku hem bibe dengê malbata Doku û hem jî dengê malbata Şenyaşar Di nameyê de wiha hat gotin:

"Em kî ne? Em malbatek bi tena serê xwe li Dewleta Komara Tirkiyeyê dijîn. Em malbatek bûn. Heta 5’ê Çileya 2020’an ku keça me Gulîstan Doku li bajarê xwe Dêrsimê winda bû. Sê û nîv sal em dikarin bi yekcarî bi rehetî bibêjin; hezar û 227 roj. Pîrom, em ji salan derbas bûn; me her meh, her hefte, her roj, her saet, her saniye dihejmêrin. Hem ji hesreta keça xwe û hem hesreta me ya edaletê. Me hewil da di vê demên derbas dibe de ku baweriya xwe ya bi edaletê zindî bigrin. Em dibînin ku hûn jî li her hawirdora ku lê ne, hewil didin bibin dengê gelê me yê ku bi bêedaletiyê re rû bi rû ne."

'Bila Zeynal Abrakov bê darizandin'

Di nameya ku hat bibîrxistin Gulîstan Doku 3 sal û nîv e li Dêrsima ku hemû derdorê wê bi kamerayan hatiye dorpêçkirin windakiriye de, hate xwestin ku der barê yekane gumanbar Zeynal Abrakov de lêpirsîneke bi bandor bê kirin û bê darizandin.