Nagîhan Akarsel li ser gora xwe hat bibîranîn

Rojnamevan-nivîskar Nagîhan Akarsel ku par li Silêmanî hat qetilkirin, li ser gora xwe ji aliyê jinan ve hat bibîranîn. Parlamentera Partiya Çepa Kesk a Amedê Adalet Kaya got: “Em ê tu carî dest ji riya ronî ya ji me re vekirine bernedin.”

Navenda Nûçeyan – Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û rojnamevan-nivîskar Nagîhan Akarsel di yekemîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ji aliyê jinan ve hat bibîranîn.

Di nav wan de parlamenterên Partiya Çepa Kesk Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), xebatkarên Kovara Jineolojî, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Nûnerên Cemiyeta Rojnamevanên Dîcle Firat (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) li ser gora Nagîhan Akarsel a li gundê Golyazi yê Konyayê kom bûn.

Girseya ku xwest biçe goristanê danê sibehê di ketina gundê Golyaziyê de ji aliyê leşkeran ve hat astengkirin. Ji bo ku jin nekevin gund hewl hat dayîn bên astengkirin. Jinên ku astengî derbas kirin çûn mala malbatê ya li gund û beşdarî mewlûdê bûn. Jin ji vir şûnde bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ber bi goristanê ve ketin rê.

‘Her peyva ku wê parve kir berxwedana wê diyar kir’

Parlamentera Partiya Çepa Kesk a Amedê Adalet Kaya li ser gorê axivî, diyar kir ku jin piştî Nagîhan Akarsel jî wê têkoşîna xwe bidomînin. Adalet Kaya Nagîhan Akarsel bi van gotinan vegot:

“Em di 1’emîn salvegera qetilkirina Nagîhan de li vir in. Her gotina ku bi me û hemû hevalên me yên jin re parve kir, piştî ku bi pirsiyarî, di fikrê xwe yê ronî re derbas dikir, berxwedana xwe îfade dikir. Li hemberî vî şerî, cîhana serdest a mêr û polîtîkayên tundiyê xwedî perspektîfek pirsyar û ronak bû. Ji bo me hemûyan pir taybet bû. Wê bawer dikir ku çîroka her jinê pir bi nirx e. Di dema temaşekirina wê de ji her jinekê bi awira xwe hez dikir û bi baldarî û girîng veguherandina wê çîrokê ji bo wê yek ji mijarên herî girîng bû.”

Adalet Kaya, diyar kir ku piştî qetlîamê hê jî berpirsyarên sereke nehatine darizandin û wiha berdewam kir:

“Ew li bajarê Silêmanî ku li ser pirtûkxaneyên jinan dixebitî, bi awayekî gelek hovane hat qetilkirin. Em ê tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedin û di riya ronî ya ku Nagîhanê ji me re vekiriye de bimeşin. Ji bo jinên hemû cîhanê windahiyeke mezin e lê em dizanin ku felsefeya ji aliyê Nagîhanê ve hatiye destpêkirin. Em xemgîn in ku hevalek pir bi nirx ji nava me çûye lê em ê têkoşîna wê mezin bikin û bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ têkoşîna xwe ya li dijî pergala serdest a mêr bilind bikin.”