Nagîhan Akarsel wê bi merasîmeke bê bibîranîn

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) û Tevgera Azadî wê bi boneya yekemîn salvegera şehadeta rojnamevan û lêkolîner Nagîhan Akarsel, merasîmek bîranînê lidarbixin.

Navenda Nûçeyan- Endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojî Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’an li bajarê Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê di encama êrişa ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye pêkanîn jiyana xwe ji dest da. Bi boneya yekemîn salvegera şehadeta Nagîhan Akarsel, wê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistan (RJAK) û Tevgera Azadî merasîmek bîranînê lidarbixin.

Merasîma bîranînê sibe di saet 15:00’an de wê li hola Xak ya li Silêmaniyê were lidarxistin.