‘Nagîhan Akarsel felsefeyek bû’

Bi beşdariya gelek jin, welatparêz û azadîxwazan, rojnameger û nivîskar Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê hat bibîranîn. Beşdaran diyarkirin ku Nagîhan Akarsel felsefeyek bû û dikarî jinan vegerîna ser rastiya wan ya xwebûnê.

Navenda Nûçeyan- Îro êvarê li taxa Bextiyariyê ya bajarê Silêmaniyê, li cihê ku akademisyen, nivîskar, rojnamevan û pêşenga jineolojiyê Nagîhan Akarsel lê hat qetilkirin ji aliyê Rêkxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK), bi amadebûna endamên Tevgera Azadî, gelek jinan û welatparêzan hat bibîranîn û gul danîn ser cihê lê şehîd bûyî.

Di merasîma bîranînê de taca gulan bi berzikirina dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ danîn cihê ku Nagîhan Akarsel lê hat qetilkirin. Piştre peyama RJAK’ê ji aliyê Rûnak Mecîd ve hate xwendin.

Di peyamê de wiha hate gotin: “Di kesayeta Şehîd Zîlan (Nagîhan Akarsel) de em hemû şehîdên doza azadiya bibîr tînin. Hedefgirtina Nagîhan Akarsel, di heman demê de hedefgirtina têkoşîna jina azad û jineolojiyê ye. Ji ber Akarsel wê demê li Başûrê Kurdistanê xebatên têkoşîna zanistî ya jinê û komkirina arşîva jinan dimeşandin.”

Di dawiya peyamê de hate gotin ku  Nagîhan Akarsel fikrek bû, felsefeyek bû û dikarî jinan vegerîna ser rastiya wan ya xwebûnê û wiha hate gotin: “Dijmin her tim wan kesan dike hedef ku xwedî bandor, şiyan û hêzin. Bi şehîdkirina hevala Zîlan re wê bi sedan Zîlanên din ji dayik bibin.”