MXDŞ biryara girtina PADÊ şermezar kir

MXDŞ’ê biryara girtina PADÊ ya ji aliyê Dadweriya Iraqê ve şermezar kir û wiha hate gotin: “Di salvegera fermanê de biryara girtina PADÊ, bêrêziya herî mezin ya li beramberî civaka Êzidiyan e û biryara dewleta Tirk e.”

Şengal- Desteya Dadwerî ya Hilbijartinên ser bi Encûmena Bilind ya Dadweriya Iraqê,ragihand ku biryar dane Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzidiyan (PADÊ) û Partiya Eniya Têkoşîna Demokrasiyê were girtin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî ev biryar şermezarkir û diyarkir ku ev biryar bêrêziya li beramber îradeya civaka Êzidî ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dema serokkomarê faşîst ê Tirk Tayîb Erdogan serdana Iraqê kir, 26 peyman li gel Iraqê îmzekir, yek ji wan biryaran jî derbarê qedexekirina îradeya siyasî ya Êzidiyan de bûye û biryara dadgeha federal jî weke biryara dewleta Tirk binav kir.

‘Ev biryar biryara dewleta Tirk e’

Di berdewama daxuyaniya MXDŞ’ê de biryara Iraqê ya di salvegera fermanê de weke berdewamiya fermanê hate destgirtin û wiha hate gotin: “PADÊ ji roja avabûye heta niha li gorî qanûnên Iraqê tevgeriyaye. Heya niha bi dehan kongre û konferans lidarxistiye, tevlî hilbijartinan bûye. Di hilbijartinê de tevî ku serkeft jî bi lîstokên dewleta Tirk û PDK’ê nehiştin bikeve parlementoyê û encûmena Mûsilê. Em weke Rêveberiya Xweser a Şengalê û saziyên wê girtina PADÊ weke encama hevdîtinên dewleta Tirk û Iraqê dibînin. Ev biryar ji dewleta Tirk ne qut e. Ev jî bendek peyama wan ji 26 xalî pêk dihat bû. Di bendên vê peymanê de biryarên dijî civaka Êzidî hebû.”

‘Bêrêziya li dijî civaka Êzidî ye’

MXDŞ’ê bang li hikûmeta Iraqê kir ku dest ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde û hişyariya; ‘Hevkariya Iraqê ya bi dewleta Tirk wê belayên mezin bîne serê Iraqê û wê parçebûnê bixe nava gelên Iraqê. Divê Iraq demildest dest ji hevkariya bi dewleta Tirk re berde, li aliyê gelê xwe raweste’ hate dayîn û wiha hate gotin: “Di salvegera fermanê de dayîna biryareke wiha sosret, bêrêziya li beramber civaka Êzidî ye. Li cihê ku di salvegera fermanê de jenosîda Êzidiyan nas bike, biryaran dijî Êzidiyan û partiya wan digire. Ev bêrêziye li beramber civaka me ya Êzidî ye.”

‘Divê Iraq bi biryarên dewleta Tirk tevnegere’

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) di daxuyaniyê de bang li civaka Êzidî jî kir û got: “Em careke din bang li gelê xwe dikin ku bi hemû hêza xwe li partî û saziyên xwe xwedî derbikevin û vê bê rêziya Iraqê ya li dijî civaka Êzidî qebûl nekin.’

MXDŞ’ê her dawî ev bang li dadgeha federal a Iraqê kir û got: “Divê dewleta Iraqê û dadgeha Federal biryara xwe hilweşîne û careke din bi biryarên dewleta Tirk tevneger e.”