Muzîkjena ciwan: Bila jinên ciwan werin li muzîkê xwedî derkevin
Alma Murad a 16 salî ji bajarê Qamişlo-bakur û Rojhilatê Sûriyê ye bi saz û awaza xwe hunerê bi pêş dixe. Alma Murad bang li jinên ciwan kir ku hunera Kurd biparêzin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250210-alma-murad-jpgca03b2-image.jpg)
ZEYNEB ÎSA
Qamişlo – Huner bingeha her civakê ye. Ji bo ku ev hunera civakê zindî bimîne, pêwîst e ku her jinek û ciwanek hunerê bişopîne û zindî bihêle. Alma Murad jî jineke Kurd e, muzîkjen e û ji bo hunerê têdikoşe. Alma ya 16 salî ye, ji bajarê Qamişlo ye û bi muzîkjeniya xwe hunerê diparêze. Alma Murad behsa kar û xebatên xwe yên hunerê ji ajansa me re kir.
Ji ber hezkirina ji muzîkê tevlî kar û xebatên Hîlala Zêrîn bû
Alma Murad behsa destpêka hezkirina xwe ya ji hunerê kir û wiha got: “Ez di refa 6’an de bûm, Hîlala Zêrîn li Qamişloyê hat vekirin. Ji ber ku mn ji muzîkê hez dikir, tevlî kar û xebatên Hîlala Zêrîn bûm û perwerdeyên fêrkirina gîtarê bûm. Ev şeş sal in di nav xebatên Hîlala Zêrîn de cîh digrim. Armanca min ji fêrkirina gîtarê, di wê demê de tu kes fêrî gîtarê nedibû, min xwest fêr bibim. Ji bo ku lêxistina gîtarê di nav jinên ciwan de bi pêş bixim min ev biryar da.”
Di dibistana Şehîd Niwêla de perwerdeyên gîtarê dide
Alma Murad sîstema rojên xwe yên perwerdeya gîtarê diyar kir û derbarê tengasiyên wê de wiha got: “Li Hîlala Zêrîn di dibistana Şehîd Niwêla de perwerdeyên xwe yên gîtarê hene. Di dibistana Şehîd Niwêla de gelek beşên perwerdeyên amûrên muzîkê hene. Tenê beşa gîtarê nîne. Hin beşên perwerdê danê sibê tên dayîn, hinek jî danê nîvro. Li gor derfetên şagirtan sîstem tê danîn. Di heftiyê de sê rojan perwerde heye. Gava tu dest bi perwerdê dikî, rastî gelek zehmetiyan têy. Ji girtina gîtarê bigre heta gelekên din. Lê tu bi demê re, wan tengasiyan derbas dikî û her tişt hêsan dibe.”
‘Em bi hev re hunera xwe biparêzin’
Alma Murad bal kişand ser mîhrîcanên ku tevlî bûye û bang li hemû ciwanan kir ku hunera Kurdî biparêzin. Alma wiha got: “Ez tevlî gelek mîhrîcanan bûm, wek mîhrîcanên zarokan û niha ez tevlî koma Şehîd Sakîne bûme. Di wir de jî em li Kobanê beşdarî 2’yemîn Mîhrîcana Şehîd Berçem bûn. Di şahiya 27’ê Mijdara sala 2024’an de li Hesekê hat lidarxistin de me cîh girt. Ez dixwazim di pêşerojê de navendeke hunerê vekim û di vê navendê de bibim mamosteya muzîkê. Ji her jineke ciwan re dibêjim ku gotinên civakê bila bandor li we neke. Werin fêrî hunerê bibin, em bi hev re hunera xwe biparêzin û zindî bihêlin.”