Muzexaneya Silêmanî dîroka hezar salan diparêze
Muzexaneya Silêmanî ku xwedî dîroka sed salan e û di sala 1961’an de wek muzexaneya kel û pelên Kurdî hatiye vekirin, niha jî parastina şênewaran dike.

HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Li gel lêgerîn û lêkolînên dîroka herêmê, muzexane parêzvanên dîroka bajêr in. Muzexaneya bajarê Silêmanî, bi sedan, hezaran şênewarên ku dîroka şênewariye dighê heta 100 hezar sal beriya niha, diparêze. Şênewar bûye parastina dîroka Rojhilata Navîn. Muzexaneya bajarê Silêmanî, di 14’ê Tîrmeha 1961’an de li bajarê Silêmanî hat avakirin. Di destpêka avakirinê de li avahiyek biçûk li taxa Şoreş a bajarê Silêmanî hîma wê hat danîn. Piştre di sala 1980’an de muzexaneyê birin cihê wê yê niha. Rêveberê yekem ê muzexaneya Silêmanî, Refîq Fethula bû.
‘Dighê sala B.Z. 1595-2003’an’
Di muzexaneyê de çend parçeyên dîrokî yên serdemên cûda yên Kurdistan û Mezopotamyayê hene. Di muzexaneneyê de ‘Destana Gilgamêş’ ku dîroka wê dighê serdema Babîla Kevin heye. Dighê sala Beriya Zayînê ya 1595-2003’an. Niha ev berhem di muzexaneya Silêmanî de hatiye parastin. Li gor zagona parastina muzexaneyan, di dema şer de ji bo parastinê, daketina geştiyaran tê rawestandin. Cara yekem di dema şerê di navbera Îraq û Îranê de hat girtin. Piştre ji ber şerê di navbera Îraq û Quweytê de hat girtin û heta sala 2000’an bi merasîmek ji bo geştiyaran hat vekirin.
‘Muzexane ji çend galeriyan pêk tê’
Muzexane ji çend galeriyan pêk tê. Yek ji vana, galeriya taybet a dîrokê ye. Di galeriyek de çîroka wê dinvîse. Du ji galeriyan jî bi taybetî derbarê Sasaniyan, Paşayê Nersînî ye. Yek din ji galeriyan dîroka wê dighê serdema Osmaniyan. Hemû ew parçeyên li muzexaneya Silêmanî, beşek ji welatên dewrûber pêk tînin. Muzexaneya Silêmanî bi perçeyên şênewarî zengîn e.
Destana Gilgamêş tê de ye
Yek ji tabloyên gelek kevin ên muzexaneyê, tabloya pêncem a Gilgamêş e. Çîroka wê dighê Serdema Babîla Kevin. Destana wê li berê ye hatiye nivîsandin. Ev tablo bi zimanek helbestî hatiye nivîsandin. Her wiha li sînorê Silêmanî 18 tîmên vekolîna biyanî li seranserî welatên cîhanê bi nûnertiya endamên nûnerên şênewar ên Silêmanî, lêkolîn û vekolînên xwe berdewam dikin û vedigerînin Muzexaneya bajarê Silêmanî.
Nêzî hezar perçe di muzexaneyê de hene
Di nava muzexanê de kelepûrên ji bo cotkarî û çandiniyê ku di demên berê de dihatin bikaranîn hene. Her wiha kelûpelên nava malê, ciwankarî û gelek tiştên din jî tê de hene. Di nava muzexaneyê de nêzî hezar perçe tişt hene. Di nava muzexaneyê de perçeya herî kevin, cêrek ku dîroka wê dighê 200 sal beriya Îslamê heye. Li gor belgeyên dîrokî, di demên berê de miriyan xistine nava van cêran.