Mudurê Turîzm û Çandê yê Agirî yê tacîza zayendî li zarok dikir hat binçavkirin

Hat ragihandin ku Mudurê Turîzm û çandê yê bajarê Agirî Erkan Kosedag piştî parvekirinên der barê tacîza ku li hemberî zarokên werzîşvan kiriye, derket holê hat binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Rojnamevan Metîn Cîhan di parvekirina xwe ya li ser medyaya dîjîtal de diyar kir ku Mudurê Turîzm û Çandê yê bajarê Agirî Erkan Kosedag zarokên werzîşvan ên li kampan, di çalakiyan de yan jî li otelan tacîz kiriye.

‘Belgeyên di destên zarokan de vê yekê îsbat dikin’

Metîn Cîhan da zanîn ku di dest de nûçeyek hebû nezanibû wê çawa pêşkêş bikin û xwestiye parve bike û wiha got: “Kiryarê destdirêjiya li ser zarokan, mudurê Wezareta Çand û Turîzmê ye. Di heman demê de rêveberê federasyona werzîşê, dema ku zarokên werzîşvan dibir kampan, yan jî ji bo çalakî û otelan gazî wan dikir, destdirêjiyê li wan dike. Zarokên ku biryar dane vê yekê aşkera bikin belgeyên ku di destên wan de ne vê yekê îsbat dikin. Ev rewşeke gelek xirab e. Ez êdî gelek ji rewşa ku em fêr dibin ditirsim. Dema ku min bi nav parve kir, dizanibûm wê sansasyon çêbibe, helbet wê beretekek mezin were nîşandan. Baş dizanim ku wê kiryar hesabê xwe yên medyaya dîjîtal bigre û ji holê winda bibe. Wê li dadgehê hewldana kêmkirina ceza bike û wê mijar were girtin. Tişta em fêr bûne ev e. Divê em vê rewşê tu carî qebûl nekin.”

‘Piştî parvekirinan hesabên xwe girt’

Metîn Cîhan destnîşan kir ku piştî parvekirina weke ku hat texmînkirin Erkan Kosedag hesabên xwe yên medyaya dîjîtal ji derve re girtiye û navê hesabê xwe yê Instagramê guhertiye û wiha got: “Mudurê Turîzm û Çandê yê bajarê Agriyê Erkan Kosedag hesabên xwe kilît kir. Helbet ji ber ez li benda vê îhtîmalê bûm min wêneyên ser şaşê girt û di heman demê de navê hesabê Instagramê jî guherand û kilît kir. Lê belê hewldanên wî vala ne û belge wisa nayên windakirin.”

Ji walîtiyê daxuyanî

Piştî parvekirinên Metîn Cîhan Walîtiya Agriyê ragihand ku Erkan Kosedag hatiye binçavkirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê walîtiyê ve hat dayîn de wiha hat gotin: “Der barê mijara gotinê de; der barê mudurê wekîlê ku li bajarê me erk dike de kar û barên lêpirsînê hatiye destpêkirin û di encama lêpirsînê de di 23.12.2023’an de hat binçavkirin.” Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Erkan Kosedag di çerçoveya lêpirsînê de ji erk hatiye dûrxistin û wiha hat gotin: “Ji bo bûyer were lêkolînkirin ji aliyê wezareta Turîzm û Çandê ve du mufetîş hatine erkdarkirin. Der barê bûyerê de lêkolîn berdewam dike.”