Jiyana Zeyneb Celaliyan di xeterê de ye
Rêxistina Mafên Mirovan têkildarî rewşa girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku li girtîgeha Yezd a Îranê dimîne û cezayê heta hetayî lê hatiye birîn, raporek parve kir û diyar kir ku jiyana Zeyneb Celaliyan di xeterê de ye.

Navenda Nûçeyan – Rûbirû binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê rejîma Îranê ve li dijî jinên Kurd zêdetir dibin. Di vê çarçoveyê de girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan tevî ku rewşa wê ya tendirustiyê nebaş e, heta niha rê nehatiye dayîn ku were dermankirin û di bin çavdêriya bijîşkan de be. Rêxistina Mafên Mirovan HRNA’yê têkildarî rewşa girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku li girtîgeha Yezdê ya Îranê dimîne û cezayê heta hetayî lê hatiye birîn, raporek belav kir.
‘Rewşa Zeyneb Celaliyan di xeterê de ye’
Di raporê de hat diyarkirin ku Zeyneb Celaliyan tekane girtiya siyasî ya jin e ku ji aliyê rejîma Îranê ve cezayê heta hetayê lê hatiye birîn û niha li girtîgeha Yezdê tê girtin. Hat gotin ku tevî rewşa tenduristiyê ya Celaliyan ji ber nexweşiya çav, gurçik û mîde xirab e jî hê ji çavdêriya bijîşkî ya pêwist û berdewam bêpar e.
Di raporê de hat diyarkirin ku demek dirêj e rewşa girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan ji ber nexweşiyên mîde, gurçik û çav xirab e lê heta niha berpirsên girtîgeha Yezdê karûbarên pêwist ji bo dermankirina wê nekirine.
Di raporê de hat destnîşankirin ku meha borî li yek ji nexweşxaneyên bajarê Yezdê Zeyneb Celaliyan emeliyat bûye lê piştî du rojan careke din wê birine girtîgehê. Hat gotin ku di dema emeliyatê de jî kelepçe bi destên Celaliyan ve bûye.
Zeyneb Celaliyan di sala 1982’yan de li bajarê Mako yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye. Di sala 2007’an de bêyî fermana dadwer li Kirmaşanê hat binçavkirin û di 25’ê Sibatê de bi sûcê ‘Hewldana li dijî asayîşa nîştimanî û şerê li dijî xweda’ cezayê bidavekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê veguherand ê heta hetayê.