MKGP û DFG dê ji bo rojnamevanên girtî werin gel hev

Sibê wê bi pêşengiya MKGP û DFG'ê ji bo kedkarên çapemeniya azad ku ev 6 meh in girtîne, li ber deriyê edliya Amedê kom bibin.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya operasyona hedefgirtina çapemeniya azad de ji bo 16 rojnamegerên ku di 8'ê Hezîranê de hatin binçavkirin, di 16'ê Hezîranê de bi ideaya ‘Endamên rêxistinê’ ne li Amedê hatibûn girtin. Ruxmê ku 6 meh li ser girtina rojnamegeran derbas bûye jî hîna  îdeanameya wan ne amade ye. Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) ji bo balê bikşînin girtîbûna rojnamegeran û hê amade nebûna îdianameyê dê sibê li ber Edliyeya Amedê kom bibin.

Daxuyaniya çapemeniyê ya MKGP û DFG'ê ku li hemû saziyên sivîl, partiyên siyasî û welatiyan, banga xwedîderketina li rojnamegeran re dike, wê sibê saet di 11:00 de bê dayîn.