MKG’ê banga tevlîbûna danişîna rojnamevanan kir

MKG'ê, banga tevlîbûna danişîna duyemîn a doza der barê 18 rojnamevanan de hat kirin ku dê sibê li Amedê bê dîtin, kir.

Navenda Nûçeyan - Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), têkildarî danişîna 18 rojnamevanan ku dê sibê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin, daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate balkişandin ku li dijî êrişên îktidarê yên li ser rojnamegeran, çapemeniya azad bi zimanê xwe yê alternatîf di serî de jin û zarok tê de, bihîstina dengê civakê didomîne û wiha hate gotin: “Li dijî kedkarên çapemeniya azad ên di nava dorpêça darazê de şopa heqîqetê didomînin êriş zêde dibin. Her roj rojnameger tên binçavkirin, girtin û bi sedan rûpelên îddianameyan rojnameger dibin hedef. Danişîna duyem a rojnameger Remziye Temel, Elif Ungur, Esmer Tunç û Neşe Toprak jî di nav de bi tevahî 18 rojnamegerî, wê roja pêncşemê di 9'ê Mijdarê de saet di 09.00'an de bê dîtin. 18 rojnamegerên wê rûniştina wan bê lidarxistin, bi daxwaza girtina di navbera 7,5 û 15 salan de tên darizandin.”

Banga tevlîbûna danişîne

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin yek ji rojnamevanên ku der barê wê de doz hat vekirin jî Mudura Karê Nivîsê ya JINNEWS'ê Safiya Alagaş e û wiha hate gotin:

“Dosyaya Safiyeyê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve ji ya 15 rojnamegeran hat cudakirin. Piştî 10 mehan bi îddianameya di bin 6 serenavan de ji 383 rûpelî pêk tê, bi daxwaza cezayê girtîgehê yê ji 7,5 salan heta 15 salan doz li Safiyeyê hat vekirin. Rûniştina ewil a Safiyeyê di 15'ê Hezîranê de li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Safiyeyê di vê rûniştinê de hat tehliyekirin. Duyemîn rûniştina Safiyeyê ya vê dozê wê di 9'ê Mijdarê de, saet di 09.20'î de bê lidarxistin. Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), bi armanca piştevaniya bi hempîşeyên me re, hemû kesî vedixwînin ber Edliyeya Amedê.”