Mizgîn Xelîl: Divê her pêkhate li Sûriyê xwedî maf be

Jinên Sûriyeyê ji ‘hikumeta demkî’ ya HTŞ ava kiriye bi fikar in. Cîgira Hevserokên Desteya Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl rewşa Sûriyê, xeteriyên ku li pêşiya jinan hene ji ajansa me re nirxand.

ÊLVÎN MIHEMED

Kobanê – Bi ketin û hilweşîna rejîma Baas a Sûriyê re, her ku çû tevlihevî û alozî kûrtir û zêdetir bûn. Heyet Tehrîr El-Şam ku Cebhet El-Nusra ya berê ye, di nav hikûmeta demkî ya Sûriyê de hewl dide ku hikûmetek li gorî xwe, dûrî hebûna jinan û hemû pêkhateyên Sûriyê ava dike.

Cîgira Hevserokên Desteya Rêveber a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl rewşa Sûriyê, aloziya li Sûriyê piştî hilweşandina rejîma Baasê destpê kir, ji ajansa me re nirxand.

Mizgîn Xelîl di destpêka axaftina xwe de qala pêvajoyên destpêkê yên ku Sûriye tê re derbars bûye kir û wiha got: "Li Sûriyê bi giştî guhertin heye, rejîma Baasê ya 61 salî hilweşiya. Di van 61 salan de hemû pêkhate, ji mafên xwe bêpar mabûn. Di nav Sûriyê de di bin sîstema rejîma Baasê de pêkhate ji mafên xwe bêpar hatin hiştin. Li ser vê bingehê, rejîma Baasê ya ku sîstema wê li hemberî gel, azadî, wekhevî û mafan bû, 61 sal domiya. 14 sal berê piştî ku şoreş destpê kir, gel ji bo jiyana wekhev û demokratîk, azad û ji bo mafên xwe daket qadan û li mafên xwe xwedî derket.”

‘Bi şoreşê re gel rabûn serhildanê’

Mizgîn Xelîl diyar kir ku her şoreşek armancek wê heye, şoreşa gel jî xwedî armancek bû, gel ji bo mafên xwe bigre dest bi têkoşînê kir û wiha got: “Şoreşa ku ji aliyê gel ve hat destpêkirin ev 14 sal in didome. Gel rabû serhildanê, pêkhateyên Ermen, Ereb, Kurd, Çerkez, ji bo mafên xwe bistînin daketin qadan. Hejmara herî zêde ya ku di nav pêkhateyan de dijîn, a Kurdan e. Ji 16 milyonî zêdetir Kurd daketin qadan da ku azadiya xwe bistînin. Gelê Kurd her dem di bin qirkirin û koçberiyê de maye, ji bo vê jî li dinyayê belav bûye.”

Mizgîn Xelîl bal kişand ser sîstem û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û  wiha domand: “Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya behsa pirsgirêkên aborî, civakî bike, berî her tiştî behsa pirsgirêka jinan dike. YPJ hat avakirin û pêşengiyê ji şoreşa Bakur Rojhilatê Sûriyê re dike. Cudahiya vê şoreşê bû sedem ku sîstema desthilatdar, feraseta mêr bê guhertin û civakeke wekhev ava bibe. Ev şoreş jî piştî gelek tengasiyan pêk hat.”

‘Pergala Rêveberiya Xweser mînaka yekem e’

Mizgîn Xelîl destnîşan kir ku ev şoreş ketiye pêvejoyeke nû, tê de hemû pêkhate dijîn û wiha berdewam kir: “Wek pêkhateyên Ereb ku bi navê Komara Erebî tê naskirin û tevahî pêkhateyên din ji mafên xwe hatibûn dûrxistin. Îro jî Sûriye nikare bi rengê berê bê rêvebirin. Divê ji Sûriya berê bê cudakirin, xwe bispêre hinek pîvan û prensîbên bingehîn ên şoreşên din. Şoreşên ku berê çêbûn, li Rûsyayê Şoreşa Cotmehê, li Fransayê yên ku pêşengiya wê şoreşê kirin, jin bûn. Her dem jin li kêleka şervanên xwe sekinîn û alîkariya şoreşê kirin. Ji bo ku biserkevin. Lê piştî ku destûrên xwe yên bingehîn derxistin, tu rol nedan jinan, ji bo cihê xwe di nav de bigrin. Li ser vê bingehê jî sîstema Rêveberiya Xweser dema ku ava bû, her pêkhateyê dê te cihê xwe girt, xwe bi rê ve bir. Diviyabû her kes bi nasname, çand û zimanê xwe di nava Rêveberiya Xweser de bijî, xwe bi xwe birêve bibe."

Mizgîn Xelîl balkişand ser tecrubeya Sûriyê ya ku hemû pêkhate di bin Rêveberiya Xweser de dijîn û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe kir: “Mafên wan hemûyan heye ku bi çand û nasnameya xwe bijîn. Em ber bi Sûriya nû ve diçin. Divê mafên hemû pêkhateyan hebe, jin rola xwe bilîzin, ji hemû kesan re bibin derfet. Bi taybetî mafên jinan û hemû pêkhateyan divê hebin û bên misogerkirin.”