Li Qamişlo ji bo 1’ê Mijdarê roja Kobanê ya Cîhanî daxuyanî hat dayîn
Li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclîsa bajarê Qamişloyê ji bo 1’ê Mijdarê roja bexwedana Kobanê ya Cîhanî daxuyaniyek da.
Qamişlo- 1’ê Mijdarê roja kobanê ya cîhanî ye, di sala 2014’an de li bajarê Kobanê li dijî DAIŞ’ê berxwedaniyek mezin hat meşandin. Bi vê boneyê Meclîsa bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da, daxuyanî bi tevlîbûna bi dehan kesan, endamên rêxistina Kongra Star, endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, endamê Rêveberiya Xweser û endamên PYD’ê li stadyûma Şehîdên 12’ê Adarê ya bajar hat xwendin.
‘Berxwedaniyek dîrokî li Kobanê hat meşandin’
Daxuyaniya ku ji aliyê Hevseroka Meclîsa bajarê Qamişloyê Hêvî Ehmed ve hat xwendin wiha bû: “Di 1’ê Mijdarê de li Kobanê berxwedaniyek dîrokî li hemberî DAIŞ’ê dihat meşandin. Li Kobanê hemû planên wan vala derketin bi saya gelê Kobanê û berxwedaniya YPG û YPJ’ê li Kobanê destanên dîrokî bi bedelên herî giran hatin nivîsandin, bi tîpên zêrîn berxwedaniya wan bû çîrok ji hemû gelên daxwaza aştî û demokrasiyê dikin re. Hemû cîhan bû şahidê wê berxwedaniya dîrokî ya ku 134 rojan domiya û di encama wê de1’ê Mijdara 2014’an bû roja Kobanê ya cîhanî. Em jî weke gelê bajarê Qamişloyê, vê rojê bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî tevahî şehîdan ditewînin, bi taybetî li Şehîdên Kobanê yên ku bûn navnîşana berxwedanî û qehremaniyê. Em soza şopandina riya şehîdan nû dikin û heya ku Sûriyeya demokratîk ne navendî were avakirin û Rêveberiya Xweser bibe kilîta şarestaniya hemû Sûriyeyê.”
Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.