Misir cezayê tecawiza zayendî zêde dike
Di 11'ê Tîrmehê de Meclisa Nûneran a Misrê qebûl kir ku cezayê tecawiza zayendî zêde bike. Li gorî vê yekê dê 5 sal cezayê zindanê hebe û her wiha cezayê dirav jî digre nava xwe.
Navenda Nûçeyan- Bûyerên tecawiza zayendî di van salên dawî de li Misrê zêde bûne, ji ber vê yekê parlamentoya Misrê Qanûna Ceza bi pêşnûme qanûnek guhert û destnîşan kir ku yê sûcê tacîza zayendî dike wê cezaya 5 salan di zindanê de bimîne û 200 hezar cîneyên Misrê cezayê pere bide.
Di eynî demê de heke tewanbar xwediyê kar an jî xwendekar be di vê rewşê de cezayê zindanê ji 7 salan kêmtir nabe.
Hem cezayê girtîgehê hem jî yê pere dê li tecawizkaran were birîn
Her wiha di 27ê Hezîrana derbasbûyî de, Komîteya Destûra Bingehîn û Zagonsaz a Parlamentoyê li hev kir ku cezayê tacawizê sererast bike da ku cezayê were dayîn ne kêmî du salan be û ji 4 salan derbas nebe. Tevî drava ku ne kêmî 100 hezar cîneyên (lîrayên) Misrê be û ne zêdetirî 200 hezar cîneyên Misrê be. Ev yek jî wekî gavek amadekariyê bû ji bo biryara Meclisê ku di 11'ê Tîrmehê de hat derxistin.
Tecawiz sûc e
Ev projeya nû ji aliyê hejmarek mezin a wekîlan ve hat piştgirîkirin da ku ev diyardeya ku xeteriyê li ser jin û zarokan çê dike ji holê rabe.
Wezîrê Karûbarên Meclisa Nûneran Alaa El-Dîn Fûad destnîşan kir û got: "Armanc ji guhertina madeya qanûna ceza ya tecawiza zayendî ew e ku bûyerên tecawizê veguhere sûc."