‘Mirov bi qêrînên xwestina alikariyê mirin’
Ayşe Yildirim ku di erdhejê de mala wê hilweşiya û li gel hevjîn û keça xwe bi hewildanên xwe ji mala xwe derketin got; “Ger tîm zû xwe gihandiban dikaribûn her kesî rizgar bikin. Mirov bi qêrinên xwestina alîkariyê jiyana xwe ji dest dan.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Semsûr – Di herdû erdhejên ku navenda wê Mereş de, yek ji bajarên ku herî zêde di erdhejê de bûyî sedemê hilweşînan Semsûr bû. Li Semsûrê bi hezara avahî hilweşiyan. Li bajarê ku navend, gund û navçeyên wê bû kavil, li gor daxuyaniya AFAD’ê xebatên lêgerîn û rizgariyê bi dawî bûne. Der barê hêjmara kesên li bajar jiyana xwe ji dest dane de daxuyaniyek fermî nehat dayîn, xebatên rakirina kavilan dom dike.
‘Em bi hewldanên xwe derketin’
Erdhejê li pey xwe bi hezaran çîrok û tiştên hatîn jiyan kirin hêla. Yek ji van çîrokan jî tiştên ku Ayşe Yildirim jiyan kiriye. Ayşe Yildirim a li gel hevjîn û keça xwe bi hewildanên xwe ji bin kavilên mala xwe ya hilweşiyayî derketine, diyarkir ku ew di awahiya 5 qatan de di qata 4’an de bûn û di sibeha erdhejê de tiştên ku jiyan kirine wiha anî ziman:
“Bi hejandina malê re ez ji nişka ve rabûm û min got eredhej çêbû. Min hevjînê xwe şiyar kir. Li kêleka diwar keça mi radiza, ez çûm gel keça xwe, hevjînê min jî hat gel me. Bi wî awayî em dû sê cara hejiyan û piştre avahiya 5 qatî dest bi hilweşînê kir. Bi wê hilweşînê re avahî ber bi rê ve çû, şansê me ew bû ku diwar li wî rexî ket, em bi kêliyan man dibin wan kavildan de. Hevjînê min bi pêhînan li ew diwarê ku li kêleka me bû da û em derxistin. Herî dawî ez derketim. Di lingê hevjînê min de derizîn çêbû, destê min jî birîndar bû. Keça min jî rû û çavên wê di nava xwînê de bû. Dema em derketin li hemû deran qêrîn û girî bilind dibûn. Di bin kavilan de qêrinên alîkariyê dihatin.”
‘Ew şev weke tofanê bû’
Ayşe Yildirim diyar kir ku di bin kavilan de qêrînên alîkariyê piştî dû rojan qût bûye û destnîşan kir ku ji avahiya wan bi xwe di qata binî de deng hatiye, lê belê piştî dû roja ew deng qût bûye.
Ayşe Yildirim bertek nîşanî dereng destpêkirina xebatên lêgerîn û rizgariyên yên AFAD’ê da û wiha dom kir: “Em bi derfetên xwe ji bin kavilan derketin, dema em di bin kavilan de mabûn valatiyek kêm hebû, bi xwezayî mirov nefesê nastîne. Mirov bi rojan di bin wan kavilan de man, ew şev weke tofanê bû, dîwar serme de dihat.”
‘Semsûr sê rojan bê xwedî ma’
Ayşe Yildirim da zanîn ku di erdehejê de Semsûr sê rojan hat jibîrkirin û bê xwedî ma. Ayşeyê wiha got: “Em ji destpêkê ve vêya dibêjin; ‘Ger tîm di demê xwe de xwe gihandiban, dibe ku gelek kes bihata rizgarkirin. Lê belê dereng man, gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Yên derketin bi hewildanên xwe derketin, yên derneketin jî bi qêrînên alikariyê mirin. Gelek mirov bi vî awayî jiyana xwe ji dest dan. Ji cîranên me di rojên destpêkê de gelek deng dihat, lê belê piştre ew deng qût bû. ger tim zû bihatan ewqas mirin çênedibû. Semsûrê nebihîstin, mirovên din jî di rewşek zehmet de bûn, lê belê ev der 3 rojan bê xwedî hat hêlan. Me mirovên xwe rîzgar kir, me bi xwe kepçe anî û hewil da ku mirovên xwe ji bin kavilan derxin. Bi rojan ev wisa berdewam kir.”