Der barê Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî û ÎHH’ê de gilî hat kirin
Baroya Îzmîrê der barê zarokên ku di erdhejê de dayik û bavên xwe winda kirine radestî saziyan kirine de der barê ÎHH’ê û wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê de gilî kirin.
Navenda Nûçeyan- Baroya Îzmîrê der barê zarokên malbatên xwe di erdhejê de winda kirin û radestî dilxwazên Weqfa Alîkariya Mirovî (ÎHH) hatine kirin de li Serdozgeriya Komarê ya Beykozê giliyê Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Derya Yanik û rêveberên ÎHH’ê kir.
Di daxwaznameya ku radestî serdozgeriya komara Baykozê kiriye de der barê ÎHH û wezaretê de xwest ji ber sedemên ‘Revandin û desteserkirina zarokan’, ‘Bêparhiştina kes ji azadiya xwe’ û ‘Bi xerabî bikaranîna peywira xwe’ doza cemaweriyê were vekirin.
‘Wezaret berpirsyariya xwe binpê dike’
“Li gel ku tekane saziya ji nihêrîn û sexbêrkirina zarokan Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ye jî peywirdarên wezaretê kesên têkiliya wan bi terîqet û saziyên wan re heye daxilî vê mijarê kirine û bi vê yekê re berpirsyariya xwe ya esasî binpê kirine. Têkildarî vê îxbara li ser çapemeniyê hatiye parvekirin divê tavilê agahiyên şênber bi raya giştî re bên parvekirin û ev yek ji bo ewlehiya zarokan pir girîng e. Li gel vê divê îfadeyên xebatkarên cemaweriyê yên ku di vê pêvajoyê de venêrîn kirin jî bên girtin. Ev yek ji bo sûcê ‘peywira xwe nebaş bi kar aniye’ girîng e.”