Mîliya Mano ya ji Zirganê: Divê jin destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin
Mîliya Mano ya ku ji gundê Dada Ebdal koçber bûye û beriya 3 salan li Zirganê bicih bûye, firoşgeheke biçûk vedike. Mîliya bang li jinên Sûriyeyê kir ku li hemberî dagirkeriyê hevgirtina xwe xurtir bikin.
SORGUL ŞÊXO
Zirgan – Rûyê kesên li bajarê Zirganê yê Kantona Cizîrê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber dirêjahiya şer westiyane lê di nava qermîçok û kenên wan de îsrara mayîna li ser axê xwe dide der. Rûyê kesên berxwedêr in, rûyê ku ji bo azad bijîn heta niha li warê xwe mane.
Mîliya Mano jineke ji gundê Dada Ebdal ê bakurî Zirganê ye ku rojane tê topbarankirin û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê kevir li ser kevir nehiştine. Gundê ku lê mezin bûye û dû re lê zewiciye, niha veguheriye xweliyê. Di nava mala wê ya ku hatiye wêrankirin de, birîn û bîranînên wê hene, neçar maye li pey xwe bihêle, bi hêviya ku rojeke din vegere û careke din warê xwe şîn bike, mala xwe kelpîç bi kelpîç ava bike.
Mîliya niha li bajarê Zirganê, li maleke ku ne mala wê ye bicih bûye her wiha li rasta malê jî firoşgeheke biçûk vekiriye. Mîliya ji me re behsa sûc û binpêkirinên ku dewleta Tirk li dijî wan pêk tîne kir û behsa xaleke gelekî girîng a ku herêm tê re derbas dibe kir.
Derneketine û dernakevin jî!
Mîliya Mano got ku dagirkeriya Tirk ji berê zêdetir bajar û sivîlan armanc dike û wiha domand: "Rewş ji berê xeternaktir bûye, malên ku sivîl lê ne topbaran dikin û bajar bi xwe tê topbarankirin. Tirs heye lê ruxmî wê jî em di malên xwe de ne, derneketine û dernakevin jî. Bifikire em di malên xwe de rûniştî ne û ji nişkêve mal tê topbarankirin. Ev sûc e, gava ku mirov li mala xwe be û bi hestên aramiyê nejî û di nava tirsa topbaran û mirinê de be. Hedefgirtina malên me ji sûcên herî mezin in."
'Divê Tirkiye li dadgehên navneteweyî were darizandin û ceza bigre'
Mîliya Mano rola dewletan û saziyên mafê mirovan bi bîr dixe û vê pirsê ji wan dike: "Qey dewlet nabînin çi li vir diqewime? Tu sazî û rêxistin, dewlet neman ku sûcên li dijî me pêk tên rawestînin? Dewleta Tirk ji berê zêdetir li dijî sivîlan sûcan dike, ev ji çi tê? Ev hemû encamên bêdengiya dewletan in. Divê ku deweta Tirk hesab bide. Divê cezayên navneteweyî li ser Tirkiyeyê werin sepandin. Ma em ê heta kengê werin hedefgirtin ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve? Jiyana me ne erzan e tu dewlet li hemberî sûc û zilma dewleta Tirk pêk tîne, helwesteke cidî nîşan nade. Heta kengî wê çavkaniyên enerjî û jiyanê, kehrebe û avê ku pêwîstiya her welatiyê ye hedef bigrin."
'Pirsgirêka Tirkiyeyê ne tenê bi Kurdan re ye'
Mîliya Mano bal kişand ser daxuyaniyên dewleta Tirk ên ku dibêje 'Pirsgirêka wê bi Kurdan re ye' û wiha nêrîna xwe anî ziman: "Dewleta Tirk tenê gelê Kurd li vir hedef nagire, Ereb jî li ser vê axê dijîn û Ereb jî zirarê ji êrîşên dewleta Tirk dibînin. Bi êrîşan her du pêkhateyên li vir dijîn hedef digrin, ji lewre çi Kurd çi Ereb em li vir yek in. Em li ser vê axê dijîn û mal, firoşgeh û axa me tê hedefgirtin. Pirsgirêka Erdogan ne tenê bi Kurdan re ye, mînak li ser vê axê Ereb hene û xwîna xwe dane û nasnameya şehadetê jî girtine, ma ew jî Kurd e!"
Ferqa HTŞ’ê û herêmên Rêveberiya Xweser
Mîliya Mano rewşa Sûriyeyê ya piştî ketina rejîma Sûriyeyê bi rewşa herêmên Rêveberiya Xweser re muqayese kir û wiha got: "Li Hema, Humis, Laziqiyê û Tertûsê jî em dibînin ku Elewî û pêkhateyên din çi dijîn û bi çi re rûbirû dimînin. Çima ev diqewime, ji ber ku tu dewlet an jî hikumet nema wan ji kiryarên tolgirtinê diparêze. Lê li herêmên me yên Rêveberiya Xweser ewlehî û aramî heye, li vir mafên kesan parastî ne. Projeya me ya demokratîk rastî jî dibe mînak ji giştî Sûriyeyê re, di serî de jin îro xwedî maf in û mafên wan di sazî dedgeh û her derê de parastî ne. Nêrîna jinan ji civakê û ya civakê ji jinan re guherî. Me weke Ereb xwe di nav pergala demokratîk de dît. Edaleta ku me dixwest û em lê digeriyan, me li vir bi dest xist. Bi hêvî me ku projeya demokratîk bidome."
Ji Zirganê bang ji jinên Sûriyeyê re: Pêvajo hevgirtina me jinan dixwaze
Mîliya Mano ji Zirganê bang li jinên Sûriyeyê kir û wiha daxwaz kir: "Werin em hevgirtina xwe çêbikin, rewş gelekî aloz e û pêvajo jî hevgirtina me dixwaze. Girtina rûyê jinan polîtîka ye, destwerdana li ser beden û cilên jinan jî siyaseteke qirêj e. Tu bixwazî nexwazî jî ev çarşefên reş careke din li ser jinan tên ferzkirin. Divê ku jin vê di zûtirîn demê de têbigihîjin ku azadiya wan tê sînordarkirin û ger em hev negirin wê azadiya me ji dest me bibin û bidizin. Divê em rê nedin azadiya me ji dest me biçe û bibe weke xewnek ji me re. Ji lewre divê ku em giştî jin û xwişkên Sûriyeyê bi hev re şoreşa xwe biparêzin û ji hev re palpişt bin, hêzên xwe yên QSD’ê hembêz bikin, parastina mafên xwe bikin. Eger were xwestin jî weke her hêzeke leşkerî em ê çek rakin û li hember dagirkeriyê li ber xwe bidin."
'Em li vir û jinên Sûriyeyê li wir têkoşîna ji bo azadiyê divê bidomînin'
Mîliya Mano daxwaz ji jinan kir ku li hemberî zilmê û bêparkirina ji azadiyê serî hildin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo jinên Sûriyeyê, bêdeng nemînin li dijî zilmê û ferzkirina tiştên ne bi îradeya wan e serî rakin divê destkeftiyên xwe bibînin û bizanibin ku em di sedsala 21’ê de ne. Daxwaza mafên xwe bikin û divê ku her jineke li ser vê axê dijî dest ji mafên xwe bernede û ji bo rûmet û azadiya xwe têbikoşe. Em di serdemeke azadiyê de ne, vê baş bizanibin.
Ruxmî ku em di xetên agir de ne jî em ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bernedin. Em li vir û jinên Sûriyeyê li herêmên xwe divê daxwaza mafên xwe bikin û banga azadiyê bilind bikin. Em ê bi hev re li ber xwe bidin û wiha biserkevin."