Mîhrîcan jêhatiyên jinên başûrê Kurdistanê nîşan didin
Jinên ku beşdarî mîhrîcanên li Başûrê Kurdistanê dibin, jêhatiyên xwe yên di çand û hunerê de nîşan didin, di heman demê de bêtir beşdarî jiyana civakî dibin. Ew girîngiya mîhrîcanan di parastina mîrata çandî de tekez dikin.
MIHRÎBAN SELAM
Helebce – Jin beşdarên sereke yên mîhrîcanan in û bûne beşek girîng a afirandina giyanê wan. Bi taybet di mîhrîcanên Kurdî de, beşdariya jinan dikare bibe rêyek ji bo pêşandana hêz û kêrhatiyên jinên Kurd û parastina mîrasa çandî.
Pêşandana wêneyê Kurdî ji bo cîhanê
Dema medya wêneyên jinên Kurd bi cil û bergên neteweyî û bi serwerî belav dike, wêneyek qûdreta Kurdan nîşan dide. Mîhrîcan cihên ku jinên bajar, gund û her çar perçeyên Kurdistanê li hev kom dibin û ezmûnan li hev digerînin e. Her wiha, dema jin beşdarî mîhrîcanek dibin an jî berpirsên wê ne, ev peyamek xurt e ji bo civakê. Peyama “Jin dikarin bibin pêşeng û berpirsyar.” Ev yek dê baweriya wan jî xurt bike. Ji ber gelek jinên gund û bajarî hene ku cara yekem beşdarî mîhrîcanê dibin, ev jî di jiyana wan de guherînek mezin çêdike.
Mihrîcanên ku jin bi cil û bergên Kurdî yên bedew beşdar dibin, bêtir bala geştiyarên biyanî dikşînin.
Jin beşdarên sereke yên mîhrîcanan in
Gulale ya ji bajarê Silêmaniya başûrê Kurdistanê ye, bi karên destan û xwarinê beşdarî mîhrîcanê bûye. Gulale wiha got: “Ez hem ji derveyî bajar hem jî di hundirê bajar de beşdarî mîhrîcanan bûme. Heta niha li mîhrîcanên Ehmed Awa, Xurmal, Helebce, Silêmanî û Çemcemalê amade bûm. Li ber qesrê, Parka Azadî û Hawarî Şar beşdar bûme. Ev mîhrîcan girîng in û hem jin li ser piyên xwe radiwestin û hem jî ji malê derdikevin. Lê belê, jin hîn jî di hin civakan de rastî astengî û sînordarkirinên civakî tên. Ev dikare beşdariya wan di çalakiyên giştî de kêm bike. Ji ber vê divê mîhrîcan ji bo her kesî qadek aram, azad û guncaw peyda bikin. Ji bo ku jin bikaribin azad hêza xwe nîşan bidin.”
‘Ez û keça xwe bi hev re di xebitin’
Gulaleya ku bi keça xwe re dixebite û beşdarî mîhrîcanan dibe, da zanîn ku ev mîhrîcanek mezin e ku xelk beşdar bûne û wiha domand: “Ger mirov bi kêm razî nebin, bi zêdetir jî razî nabin. Em bi kom tên, ez li gel keçên xwe têm. Beşdariya jinan di mîhrîcanê de ne tenê mijarek taybet a jinan e, nîşana civakek vekirî û pêşkeftî ye jî. Her ku jin zêdetir di warên çandî û hunerî de dengê xwe bilind bikin, ewqas mîhrîcan jî dibin cihek ji bo hevbeşî, nîqaşkirin û naskirina hêza hemû beşên civakê.”
Gulale di dawiyê de bal kişand ser girîngiya mîhrîcanan û wiha got: “Piştgiriya beşdariya jinan a li mîhrîcanan, destekkirina huner, çand û afrîneriyê ye. Nabe ku jin tenê temaşevan bin. Divê rola sereke ya wan di rêveberî û avakirina van çalakiyan de hebin. Ji ber civakeke zindî, ew civak e ku dengê her kesî tê de tê bihîstin e.”