“Mezarê zarokên min li Efrînê ma”
Berxwedana li Efrîna dagirkirî hatiye kirin, di rûpelên dîrokê û di mêjiyê her kesê de bi navê Berxwedana Serdemê hat nivîsandin. Şêniyên Efrînê niha bi hêviya vegera ser axa xwe, hembêzkirina ax, mal, zeytûn û gorên zarokên xwe, dijîn.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Gelê Efrînê di 20’ê Sibata sala 2018`an de bi navê “Berxwedana Serdemê” 58 rojan li dijî topbaran û êrîşên dewleta Tirk ên bejahî û hewayî heta 18`ê Adara heman salê li ber xwe da. Lê ji ber topbaran û êrîşên dijwar, bi hezaran kes neçarî koçberiya ji hembêza bajarê xwe man. Ji ber vê Rêveberiya Xweser bi sedan ji şêniyên Efrînê li kampên Berxwedan, Serdem, Veger, Efrîn û Şehba yên li Kantona Şehbayê bi cih kir. Her wiha hinek malbat jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih kirin.
Her çendî birîna dilê gelê Efrînê heman be lê hest û bûyerên ku jiyaye cuda ne. Bi wesîleya 3’emîn salvegera dagirkirina Efrînê ajansa me li ser serpêhateya jina bi navê Zeyno Hisên a 85 ku bi eslê xwe ji pêkahateya Kurd e girt.
“Em li bihuştê jiyan”
Zeyno ji gundê Til El-Şiyîr ê Herêma Efrînê ye, di 18 saliya xwe de bi kurê xaltiya xwe yê ji gundê Dudiyan re dizewice. Piştî ku 6 salan li gundê Dudiyan dijî, berê xwe didin bajarê Helebê û li wir dijîn. Zeyno behsa jiyana xwe wiha dike: "Em bi eslê xwe ji pêkhateya Kurd in lê mixabin em zimanê xwe yê zikmakî nizanin. Gundê Dudiyan li ser sînorên di navbera Tirkiye û Efrînê de ye, xelkê gundên li aliyê Tirkiyeyê Turkmen in, ji ber vê zimanê me hatiye asîmîlekirin û em li şûna zimanê Kurmancî bi Tirkî û Erebî dipeyîvin. Em ji vê yekê gelek bêzar in lê ji dapîr û bapîrên me vê pişaftinê dest pê kiriye. Piştî ku ez zewicîm bi şeş salan em çûn Helebê. Bi destpêkirina şerê Sûriyeyê re em ji ber şer vegeriyan Efrînê. Em li kolana Siyasiye bi cih bûn û me xwe ji nû ve saz kir. Em bi jiyana xwe ya li Efrînê razîbûn, mirov dikare bêje em li bihuştê jiyan."
Zarokên Zeyno 4 keç û 8 law bûn. Kurekî Zeyno ku bavê du keçikan e û fermandarê Cebhet El-Ekrad bû û kurekî wê yê endamê Hêzên Antî Teror şehîd in. Zeyno serbilindiya xwe tîne ziman û dibêje: "Mala min ji Tevgera Azadiyê re vekirî bû, ji ber vê zarokên me di nava destên rêxistinê de mezin bûn. Di sala 2010`an de zarokekî min tevli nava Tevgera Azadiyê dibe. Di destpêka sala 2011`an de komên Cebhet El-Nusra û Artêşa Azad xwe li Ezazê bi rêxistin kirin û êrîşî Efrînê kirin. Kurê min Mistefa fermandarê Cebhet El-Ekrad bû, di wê demê de bi çeteyan re şer kirin. Ji ber ku cebilxaneya wan namîne, dîl dikevin destên çeteyan. Em bi hêviya vegera wî bûn lê di meha borî de şehadeta wî hat ragihandin. Kurê min Ciwan di wê demê de li Tirkiyeyê bû, dema bihîst ku birayê wî dîl hatiye girtin vegeriya Efrînê. Ciwan cihê xwe di nava Hêzên Antî Terorê de digre û soza rizgarkirina birayê xwe dide. Dema şerê Efrînê dest pê dike, kurê min Ciwan di 23`ê Sibata 2018’an de şehîd dikeve. Ez ne poşman im ku min sê kurên xwe diyarî welat kirine, ez kêfxweş û serbilind im."
18`ê Adara 2018`an ji bo gelê Efrînê roja kabûsê ye
Dewleta Tirk bi 72 balafirên herî pêşketî Efrîn topbaran dikir. Di bin top, tang û balafiran de gelê Efrînê dirûşmên “Berxwedan Jiyan e” berz dikirin. Dewleta Tirk tehemul nekir ku şêniyên Efrînê 58 rojan li ber xwe bidin, ji ber vê êrîş dijwartir kir. Li ser vê bingehê gelê Efrînê neçarî koçberiyê bû û Efrîn di 18`ê Adara 2018`an de hat dagirkirin. Zeynoya 85 salî behsa êrîş, berxwedan û koçberiya wê demê dike: "Balafir 24 saetan digeriya û lê dida. Bi taybetî di saetên şevê de topbaranê zêdetir dikir. Her wiha Tirkiyeyê hemû cure çekên giran bi kar dianî. Tevî topbaran û şerê giran, gel dest ji berxwedaniya xwe bernedan. Li aliyekî şehîdên xwe vedişartin û li aliyekî diherikîn qadên berxwedanê. Heger dewleta Tirk balafirên şer bi kar neanîna, wan nikaribû bostekê ji axa Efrînê jî dagir bikira. Me bi qasî hêza xwe li ber xwe da lê mixabin em neçarî koçberiyê bûn. Mirov çiqas behsa zehmetiya wan rojan bike, têrê nake. Ew roj ji bo me kabûs bûn."
Hêviyên vegera Efrînê zindî ne
Zeyno ji bo ku dema xwe derbas bike û debara mala xwe bike marketek vekiriye. Zeyno vegera rizgarkirina Efrînê teqez dike û bi van gotinana dawî li axaftina xwe tîne: "Em di 19`ê Adarê de ji Efrînê derketin û me berê xwe da gundê Fîfî yê Kantona Şehbayê. Em 20 rojan li Şehbayê man û pişt re derbasî bajarê Minbicê bûn û 3`ê rojan jî li wir man. Paşê em hatin Kobanê û ev sê sal in em li bajarokê Şêxanê dijîn. Her ku em agahiyeke nû dibihîsin, ez û hevjînê xwe li ser Efrînê û gelê wê digrîn. Zeytûnên Efrînê nehiştin mal û milkên şêniyan talan û wêran kirin. Hêviyên me yên vegera li Efrînê zindî ne, em bi vê hêviyê dijîn. Ez ê vegerim Efrînê û gorên zarokên xwe jî hembêz bikim."