Mexrib amadekariya dewreya 14'emîn a festîvala Fîlmên jinan a navneteweyî dike
Amadekariya Festîvala Fîlmên jinê ya Navneteweyî li bajarê Sela ya Mexribê wê ji 8 heya 13'ê Mijdarê dewreya xwe ya 14'emîn organîze bike, tê kirin.
Mexrib- Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên jinan dewreya xwe ya 14'emîn li bajarê Selayê li Holywoda sînema ya li taxa Kerîma, wê were organîzekirin û wê derhêner Cemal Belmacdûb bi fîlmê xwe yê nû yê bi navê "Îmria fî El zil" jinên di siyê de” di pêşbirka Navneteweyî yên filmên dirêj de Nûnertiya mexribê bike.
Der barê fîlmên kurt de wê ji aliyê derhênerên jin ên Mexribê ve wê 6 derhêner her yek bi fîlmên xwe beşdarî pêşbirka Festîvala Navneteweyî ya Fîlmên jinan bibin. Her wiha wê fîlmên Mexribê yên ji derveyî pêşbirkê werin pêşkêşkirin.
Bi armanca pêşxistina sînemaya jinan û rola wan a di sînemayê de tê lidarxistin
Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya li Selayê ku ji sala 2004’an ve ji aliyê Komeleya Ebî Reqraq ve tê organîzekirin, bi armanca pêşxistina sînemaya jinan û balkişandina ser rola jinan a di sînemayê de tê lidarxistin.
Festîvalê di dewreya xwe ya 13'emîn de ku di sala 2019'an de hat organîzekirin bal kişandibû ser wekheviya di navbera herdu zayendan di beşa Sînemayê de. Her wiha 4 jinên ku di sînemayê de dixebitin xelat girtin.