Mexmûrî li dijî Fermana 74’an meşiyan

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya Mexmûrê komkujiya Şengalê bi meşek girseyî şermezar kirin û qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’an bi bîr anîn.

Mexmûr- Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 9’emîn salvegera komkujiya Şengalê bi meşek girseyî hat şermezarkirin û qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an hatin bibîranîn.

Meş li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir heya parka Şehîd Aryen Cudî berdewam kir. Di meşê de pankartên ku berxwedan û komkujiya Şengalê didan diyar kirin hatin bilindkirin û herwiha bê navber dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Şengalê’, ‘Bijî Serok APO’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hate berzkirin. Beriya ku daxuyanî dest pê bike ji bo tevayî giyanê şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Endama Rêveberiya Peymangeha Şehîd Kerîm Kato Hêlîn Kara axivî.

Hêlîn Kara di destpêka axaftina xwe de hemu şehîdên komkujiya Şengalê bi bîr anî û wiha got: “Gelê Êzidî tu caran dev ji nirxên xwe, hebûna xwe ya civakî û baweriya xwe bernedaye. Ji ber wê çendê ye ku komkujî û ferman ser de hatiye. Di 3’ê Tebaxê de bi şêweyek hovane û bi tu pîvanên exlaqî nasnakin bi ser gel de cardin xwestin fermana 74’an bikin ji holê rakirina gelê Êzidî. Îro em dibînin hemu jinên Êzidî bune xwedî îrade, rêxistin û tevî ku êrişek bivî rengî ser de hatine jî. Cardin ruxmê hemu şêweyên revandin û qetil kirinan jî bersiva herî bi wate û bi rumet ya ku gelê Şengalê dayî xwe di aliyê civakî de rêxistin kir û bu xwedî îrade. Jinan karî artêşa xwe ya parastinê çêbike û bi vî awayî jin bûn xwedî hêz û mîsyonek ku bikaribe li berxwe bide û xwe biparêze.”

‘Em têkoşîna jinên Şengal û Afganî silav dikin’

Hêlîn Kara diyar kir ku êdî felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan buye çavkaniya hêza hemu jinên cîhanê û wiha domkir: “Felsefe û paradîgmaya Rêber APO buye çavkanî ji hemu jinên cîhanê re ku jê hêz digrin û dibêjin em ji têkoşîna jina Kurd hêz digrin û silav dikin. Em jî bi heman şêweyî têkoşîna gel û jinên Afgan silav dikin û em dibêjin divê jin bi têkoşînek hevpar û gerdûnî xwe rêxistin bike. Em di wê baweriyê dene ku jin wê bikarin azadiyek gerdûnî bi destbixin.”

Meş bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’, ‘Bijî Bexwedana Şengalê’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.