Mexmûrî ji bo piştevaniya Şengalê meşiyan

Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî gefên li ser Şengalê meşiyan.

Musil - Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûra ser bi bajarê Musilê li hember gefên hikumeta Îraqê yên li ser Şengalê meşiyan. Meş li ber avahiya Şaredariya wargehê dest pê kir heta avahîya Neteweyên Yekbûyî berdewam kir. Di meşê de pankertên bi nivîsa " Xwedî li Şengalê derkeve, fermana 74’ê erê neke" hatin hildan. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, daxuyanî hat dayîn.

 Daxuyanî wihaye;

"Em destpekê berxwedana gelê şengalê ya li hemberî zilmê bi dil û can pîroz dikin û em heta dawiyê bi wan re ne. Em bang li hikûmeta Iraqê û hemû cihê peywendîdar dikin ku pêşî li fermana 74’ê were girtin. Bi fermana 73’ê ya bi êrişa DAİŞ’ê xwestin gelê berxwedêr ê qedîm tune bikin. Şengaliyên ji fermanê xilsabûn ji nû ve xwe rêxistin kirine û axa xwe diparêzin. Bila li cihê asayişa Êzidîxanê leşkerên Tirkan ên baregehên xwe li gelek deverên Başurê Kurdistanê çêkirîn bên derxistin. Em heta dawiyê piştevaniya Şengalê dikin û emê bêdeng nemînin.”

Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Şengal”, “Bijî berxwedana YBŞ û YJŞ”,  “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.

Piştî meşê şandeyek ji nûner û rêveberên Meclîsa Gel a Demokratîk û Meclîsa Îştar dosyaya ku di derbarê binpêkirinên mafanê ên ser wargeha Mexmûrê û taybet li ser rewşa gelê Şengalê hatî amedekirin ji bo pêşkeşê Rayedarên Hikûmeta Navendî a Iraqê bikin, çûn  bajaroka Mexmurê ya girêdayî Musilê.