Metirsiya li Kampa Holê

Zarokên ku li Kampa Holê bi feraseta DAIŞ’ê mezin dibin û wek amûrek tên bikaranîn di opresyona dawî de jî xuya kir ku wê rê li ber xeteriyeke mezin vebike û hebûna DAIŞ’ê mayinde bike.

DILOVAN ASMÎN

Hesekê- Kampa Holê bi 45 KM’î li Rojhilatê bajarê Hesekê dikeve. Kampa Holê ku di sala 1991’ê de ji aliyê Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ve hat avakirin, di pêvajoya şerê Kendavê de penaberên ku ji Iraqê koçber dibûn lê bi cih dibûn.

Êrîşa duyemîn a DYE’yê di sala 2003’an de dijî bajarê Iraqê hat kirin, bû sedema koçberiyek mezin. Vê demê Kampa Holê ji gelê Iraqê re bû stargehek ku jiyana xwe lê domandin. Bi derketina qeyran û aloziyên li Sûriyeyê re çeteyên DAIŞ’ê Kampa Holê dagir kirin. Lê bi saya şervanên QSD, YPJ û YPG’ê Kampa Holê bi temamî ji destên terora DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Di pêvajoya sala 2019’an de ku Baxoz ji destên DAIŞ’ê rizgar bû, malbatên DAIŞ’ê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve di Kampa Holê de hatin bicihkirin. Rêjeya malbatên rêxistina terorê 12 hezar û 201 û bi awayekî kesane jî bi qasî 43 hezar 477 e. Bi vê hejmarê jî 30 hezar zarok hene.

Piştî bicihbûna malbatên DAIŞ’ê êdî kampa Holê ji bo hemû kesan bû kabûsek. Ji ber ku hemû cureyên hovîtî yên wek qetilkirin, îşkencekirin û hwd. di nava vê kampê de rû dan.

Xeyalên zarokan qetil kirin

Bi taybetî mijara ku herî zêde bal dikşîne jî şêwaza mezinkirina malbatan a zarokên xwe ye. Di gerdûna mirovahî de her zarokek xwedî xeyalekî dilpak û xwedî pêşerojeke ku sûd bide civaka xwe ye lê zarokên ku di kampa Holê de ji aliyê malbatên DAIŞ’ê ve tên mezinkirin, li ser kîn û nefretek mezin a ji mirovahiyê re tên mezinkirin.

Zarokên ku di kampa Holê de dijîn li cihên taybet tên perwerdekirin û di bi navê Eşbel El Xîlefê tên mezinkirin. Bi vî rengî bibin berdewamiya feraset û hebûna DAIŞ’ê. Kesên ku ji vê berpirsyar in jî ev jinên ku ji vê feraseta reş re bûn parêzvan in. Ev rêxistina terora ku di cîhanê de bûye kabûs, ji bo ku hebûna xwe bidomîne zarokan jî mîna amûrekî pêşerojê amade dike, feraseta xwe bi riya olê mîna tovekî di mêjiya wan de diçîne û di bin navê olê de jî zarokên xwe fêrî hemû şêwazên qirêj ên jiyanê dikin. Her wiha jiyana wan tevahî dikin qetilkirina mirovan û ji ber vê jî pêlîstokên zarokên xwe kirine amûrên qetilkirinê yên wek çek, şûr û kêr.

Zarok wek amûrek zayendî tên bikaranîn

DAIŞ, ruxmê ku ewqas hovîtî û bikaranîna zarokan jî ev yek ji bo xwe têrker nabîne. Tenê bi armanca ku hejmara xwe zêde bike û nifşê xwe berdewam bike, zarokên ku hê jî zarokatiya xwe nejiyane û çavên wan li jiyanê venebûye, mîna amûreke zayendî bi kar tîne û wan di temenê 14-15 salî bi gelek jinan re didin zewicandin û bi vî rengî hewl dide di warê fizîkî de nifşê xwe zêde bike.

Kesên ku feraseta DAIŞ’ê red bikin tên qetilkirin

Her wiha zarokên ku di bin navê Eşbel El Xîlefê de tên perwerdekirin û mezinkirin piştî demek êdî mîna çeteyek DAIŞ’ê tevdigere û ji feraseta xwe ye tund re dibe parêzvan. Gelek caran kesên ku êdî vê feraseta olperestiya radîkal qebûl nakin û napejirînin, ji aliye Eşbel El Xîlefê ve bi awayekî hovane tên qetilkirin.

DAIŞ ji bo tevahî cîhanê metirsiyek mezin e

Ev hovîtiyên ku li Kampa Holê tên jiyîn, di çavên dewletên navneteweyî de nayê dîtin û xwe ji vê yekê re bêdeng dikin. Berpirsyarê zarokên ku niha li Kampa Holê dimînin, dewletên navneteweyî ne. Ji ber vê jî divê ji vê yekê re çareseriyek mayîn bê dîtin û ji ber ku DAIŞ ji bo tevahî cîhanê metirsiyek mezin e divê rê li ber vê metirsiyê bê girtin.