Meclîsa Kongra Star banga geşkirina agirê Newrozê kir
Meclisa Kongra Star Cejna Newrozê bi daxuyaniyeke nivîskî li tevahî Gelê Kurd pîroz kir û bang li jinan kir ku bi rihê têkoşînê dakevin qadên pîrozbahiyê.
Qamişlo-Bi rihê têkoşîna azadiya jin li Bakur û Rojhilatê cejna Newrozê dê bê pîrozkirin. Bi vê munasebetê meclîsa Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî weşandin û cejna newrozê pîroz kir. Her wiha bang li tevahî jinan û gelên azadîxwaz kir ku dakevin qadan û agirê Newrozê geş bikin.
Daxuyanî wiha ye:
Em cejna Newrozê di serî de li Rêber APO ku berxwedaneke dîrokî li zîndana Îmraliyê dimeşîne pîroz dikin. Dîsa Cejna Newrozê li Gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz ku di hemû qadên berxwedanê de têkoşîna azadiyê li hember zilma Dehaqên hemdem dimeşînin, li hemû jinên têkoşer ên li qadên berxwedanê û li şervanên azadiyê pîroz dikin. Bi rihê berxwedana Mezlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rehşan, Ronahî û Bêrîvan, Sema Yuce ku bi berxwedan û agirê canê xwe agirê Newrozê geş kirin, em ê sedsala 21.emîn bikin sedsala azadiya jinê. Em ê bi dirûşmeya "Bi Ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin" her tim bibin şopdarên têkoşînê.
Tevî hemû êş û birînên Gelê Kurd û hemû gelên herêmê em watedariya agirê Newrozê îro bi hev re jiyan dikin. Newroz roja berxwedan û serhildanê ye, her wiha roja serkeftin û rizgarkirina gelan e. Bi vîna azadiya ku gelê me rojên wê jiyan dike em nirxên Newrozê di têkoşîna xwe de baş diteyisînin. Bi projeya Netewa Demokratîk a bi fikir û ramanê Rêber APO mîmarê azadiyê û xwediyê efsûna “Jin, Jiyan Azadî” xwe daye der bûne xwediyên mîraseke dîrokî. Bi vî ruh û vîna roja nû ya vejînê roja Newrozê, em dibin xwediyê erk û berpirsiyariyekê li beramber azadiya Rêbertî û tecrîda girankirî li ser tê meşandin. Em têkoşîna xwe hîn behtir bilind bikin da ku azadiya Rêbertî ya fizîkî misoger bikin û serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” bi ser bixin.
Bi vî ruhî em bang li tevahî jinan û gelên azadîxwaz dikin ku dakevin qadan û agirê Newrozê geş bikin.