‘Meşa me wê li bajarên em vegerin bidome’
Jinên ku ji bajarên cuda yên Tirkiye û Kurdistanê beşdarî “Meşa Rêzgirtina Ji Îradeyê re” bûn, guh nedan hewaya germ û birînên li ser lingên xwe, diyar kirin ku dema vegerin jî dê têkoşîna xwe ya li dijî şer û polîtîkayên qeyûm bidomînin.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Colemêrg - Jinên ji parêzgehên cuda yên Tirkiye û Kurdistanê beşdarî meşa 8 rojî ya Rêzgirtina Ji Îradeyê re ya ku ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) ve li Colemêrgê li dijî desteserkirina qeyûm hat lidarxistin, bûn û anîn ser ziman li cihên ku vegerin wê biryardariya gelê Kurd vebêjin.
Jinên ku 8 rojan bi kîlometreyan meşiyan, bêyî guh bidin germahiya hewayê û birînên li ser lingên wan, peyam dan ku ew ê bi hêza ku ji meşê wergirtine, li bajarên ku vegeriyan têkoşîna xwe ya li dijî şer û polîtîkayên qeyûm bidomînin.
Esmer Baran: Ev meş meşa azadiyê bû
Esmer Baran a ji Sêrt Misircê beşdarî meşê bû, anî ziman ku ew 8 rojan bêyî ku guh bidin tava dijwar û birînên lingên xwe meşiyane. Esmer Baran, diyar kir ku piştgiriya gel biryardariya wan hîn xurtir kir û got: “Çi dibe bila bibe, serketin wê ya vî gelî be.”
Esmer Baran di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman:
“Em di çiya û deştan re derbas bûn. Li her cihê ku em diçûn gel bi coşeke mezin em pêşwazî kirin. Coşa me bi vî awayî du qat zêde bû. Her kes ji vê re dibêje ‘meşa qeyûm’, lê bi rastî ev meş meşa azadiyê ye. Em ne tenê ji bo azadiya gelê Kurd, ji bo hemû gelan li vir in. Em ji bo xurtkirina jiyana hevpar û bi hev re li vir in. Divê ev polîtîkayên şer demildest bi dawî bibin. Ne krîz ne jî kaos sûd nade gelan. Em ji bo vê dimeşin. 180 kîlometre li pişt ma, lê em newestiyan. Ne tav û ne jî rêyên kaş em westandin. Ji 7 heta 70’î her kes di vê meşê de cih girt. Yên ku moral dan me, ciwan û mirovên me yên bi temen bûn. Em bi moral û hêviyek mezin meşiyan. Ev meş wê li vir bi dawî nebe. Em ê li her cihê ku biçin coş û biryardariya vê meşê bînin ser ziman. Em ê ji bo vê yekê xebatên xwe bidomînin.”
Emîne Yalin: Kesekî negot ez westiyame
Emîne Yalin a ji Çewlîgê beşdarî meşê bû jî diyar kir ku hewa germ jî bandoreke neyînî li meşa wan nekir. Emîne Yalin got: “Hema bêje kesî negot ‘ez westiyame’. Berovajî, em dixwazin zêdetir bimeşin. Mirovan gelek piştgirî da me. Ev meş ji bo me destpêkek e, em ê bi hêza ku ji vir digirin biçin qadên xwe. Em ê bi biryardariya ku me ji vir girt, xebatên xwe bidomînin. Em ê heta dawiyê li dijî polîtîkayên şer û qeyûm li qadan bin. Hewl didin vî gelî bitepisînin û bitirsînin. Ziman, nasname û îradeya gel nas nakin. Em ê vê îradeya ku nas nakin her roj li qadan nîşanî wan bidin. Em ê dev ji îradeya xwe û nasnameya xwe bernedin.”
Neslîhan Çetîn Kaya: Ne tenê meş e, di heman demê de berxwedan e
Neslîhan Çetîn Kaya ku ji Mûglayê beşdarî meşê bû, destnîşan kir ku desthilat bi qeyûman pêşî jinan û piştre jiyana hevpar dike hedef. Neslîhan Çetîn Kaya, anî ziman ku hesta rêhevaltiyê û biryardariya têkoşînê ya ku di vê meşê de jiyane hîn kûrtir bûye û got ku di her gavê de hînî tiştekî nû bûye û bi tiştên ku hîn bûye wê vegere Mûglayê. Neslîhan Çetîn Kaya, destnîşan kir ku çalakiya wan ne tenê meş e, di heman demê de berxwedan e û got:
“Me her gav bi hêviya ku demokrasî û aştiyê ji gelên Tirkiyeyê re bîne, avêtin. Em van qeyûmên ku 3 serdemin têne tayînkirin qebûl nakin. Zîhniyeta mêr dewlet a îro îradeya gel nas nake. Bi vî awayî ne jiyanê û ne jî jinê nas dikin. Em li dijî vê yekê di nava berxwedanê de ne. Ev ne tenê ji bo gelê Colemêrgê, ji bo hemû gelan pirsgirêkek hevpar e. Zîhniyeta mêr dixwaze qada xwe berfireh bike û ev jî êrişeke li dijî jiyana hevpar e. Em qeyûm nas nakin, em ê li her qadê li ber xwe bidin. Weke jin em ê ne qadên jiyanê û ne jî îradeya xwe radestî wan nekin.”
Kamîle Ocak: Her saet wek perwerde bû
Kamîle Ocak a ji Semsûrê jî anî ziman ku wê 8 rojan ew coş û baweriyê jiyan kir û got: “Em bi hemû hevalên xwe re bi heman bawerî û îradeyê meşiyan. Gelê me ne bi tenê ye. Ji me hemûyan re serkeftin, em ê hewl bidin ku bi hev re bin. Her deqe û her saetek ku me li vir derbas kir ji bo me perwerde bû. Me jiyana hevpar û jiyana rêhevaltiyê li cihê wê dît û jiyan kir.”