Meşa Jinan a Cîhanê li Tûnisê li hev civiyan
Meşa Jinan a Cîhanê li Tûnisê li hev civiya. Di civîna ku nûnerên Meşa Jinan a Cîhanê yên ji 5 parzemînan beşdar bûn de, dê bal bê kişandin ser hevgirtina femînîst a navparzemînî.
ZOUHOUR MECHERGUI – NAZIHA BOUSSIDI
Tûnis - Tevgera çalakiya femînîst a navneteweyî, Meşa Jinan a Cîhanê ku kom û rêxistinên bingehîn ên li dijî xizanî û şîdeta li ser jinê li dora armanca guhertina siyasî, aborî û civakî têdikoşe, ji bo amadekariyên çalakiyên navneteweyî yê Meşa Jinan a Cîhanê ku wê di meha Cotmehê de bê lidar xistin li hev civiyan.
Jin şert û mercên welatê xwe nîqaş dikin
Endama Komîteya Koordînasyonê ya Libnanê ku ji Meşa Jinan a Cîhanê berpirsiyar e Jana Nakhal got ku di hevdîtinê de destkeftiyên girîng bi xwe re anîn. Jana Nakhal destnîşan kir ku ew amadekariya civîna navneteweyî ya ku wê di meha cotmehê de pêk were dikin, Jana Nakhal destnîşan kir ku wan bi nûnerên hemû herêman ên meşê re hevdîtin kirine. Di rûniştina yekem de Jana Nakhal diyar kir ku her komê şert û mercên welatê xwe ji nîqaşê re vekiriye û di rûniştina duyemîn de jî dê rewşa giştî ya Meşa Jinan a Cîhanê nîqaş bikin.
'Em ji serî de dixebitin'
Jana Nexal diyar kir ku ji bo avakirina çanda femînîst li Lubnanê ji serî ve dixebitin û wiha got: “Me êrîşên li ser penaberên li Lubnanê, jinên Sûriyeyî û pirsgirêk û kêşeyên li herêmê anîn ziman. Ramana siyasî ya femînîst jî ji bo jinan qadên nîqaşê ava bikin ofîs û qehwexaneyan vedike.”
'Jinan li dijî ferzkirina zîhniyeta baviksalarî têkoşîneke cîhanî dan destpêkirin'
Nûnerê Komîteya Koordînasyona Tûnisê ya Meşa Jinan a Cîhanê Sûad Ben Mahmûd diyar kir ku rojeva Meşa Jinan a Cîhanê li qadan hatiye nîqaşkirin. Jinan li dijî ferzkirina zîhniyeta baviksalarî dest bi têkoşîneke cîhanî kirin.
'Em jinbûna xizaniyê red dikin'
Sûad Ben Mahmûd, diyar kir ku polîtîkaya Meşa Jinan a Cîhanê ya jinkirina xizaniyê ku bi "Nan û Gulê" dest pê kir red kir û got, "Pergala baviksalarî ya Meşa Jinan a Cîhanê şîdeta aborî jî di nav de, her cure şîdeta li ser jinê red dike. Sîstema baviksalarî ji bo berjewendiyên xwe yên teng hewl dide jinan îstîsmar bike û biçûk bixe. Li aliyê din Meşa Jinan a Cîhanê li dij derdikeve. Armanca me ew e ku em pêşî li îstîsmara jinan bigirin."
Banga hevgirtinê
Sûad Ben Mahmûd, diyar kir ku ew ê têkoşîna li dijî pergala baviksalarî mezin bikin û got, “Ji bo pêşî li îstîsmara zayendî û aborî ya jinan bê girtin û wekhevî bê misogerkirin, girîng e hevgirtina femînîst a navparzemînî were domandin. Li hemû cîhanê jin di heman şert û mercên trajîk de dijîn” û banga xurtkirina hevgirtina jinan kir.